Serokkomar: Pêwîste pişka ava Êraqê bê dabînkirin

Êraq 12:58 PM - 2021-07-08
Serokkomar: Pêwîste pişka ava Êraqê bê dabînkirin

Serokkomar: Pêwîste pişka ava Êraqê bê dabînkirin

Serokkomarê Êraqê Berhem Salih pêşwazî li wezîrê Çavkaniyên Avê Mihdî Reşîd kir û rewşa avê li welat û astên nizm ên çemên Dîcle û Furatê, û pişka avê û pêdawîstiyên Êraqê gotûbêj kirin.

Serokkomarê tekez kir ku dosyeya avê kevirê bingehîn ê ewlehiya neteweyî ya Êraqê ye, pêwîste peywendî digel welatên cîran jibo rêkxistina pêwendiyên avê li gora rêgezên cîrantiya baş û berçavgirtina berjewendiyên hevbeş ji hemiyan re baş be û ziyanê neghînin Êraqê, destnîşan li ser hewlên hikûmetê û wezareta çavkaniyên avê di vî warî de kir.

 Berhem Salih tekezî li ser pêwîstiya parastina bendavan kir, û girîngiya peydakirina hewcedariyên avdanê ji bo  cotkaran li seranserê welêt, û sûdwergirtina ji ezmûnên navneteweyî di warê avdaniyê û birêvebirina domdar a avê de, û rûbirûbûna krîzên çolbûn û hişkbûnê kir.
Ji alîyê xwe ve, wezîr Mehdî Reşîd derbarê pilanên wezaretê di dosyeya avê de û rûbirûbûna zehmetiyên ku dorpêçê dike de pêşkêşek pêşkêş kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket