Balyozxaneya Amerîkayê rakirina gefek hewayî radigihîne

Êraq 10:41 AM - 2021-07-06

Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî li paytexta federal Bexdadê piştrast kir ku îro danê sibê bi gefek hewayî re rûbirûbû û ji holê.

"Balyozxaneyê di daxuyaniya xwe de got:" Îro sibê 6-7-2021`an berevaniya esmanî li nav balyozxaneya Amerîkî li Bexdadê dawî li gefa esmanî anî, amaje bi wê yekê jî kir ku wê digel hevkarên Êraqî lêkolîn bikin û wergirtina tedbîrên pêwîst ji bo parastina karmendên balyozê û dezgehên bidomînin .
Duh piştî nîvê şevê di hundirê balyozxaneyê de dengê hişyariyê hat bihîstin, balyozê pergala xwe ya parastina hewayî aktîf kir û agir berda tiştek ecêb ku tê texmîn kirin ku ew balafirek bêpîlot e, li gorî raportên çapemeniya herêmî.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw