Êlên erebî; Mam Celal wê her bimîne sembola pêkvajiyan û aştî yê

Êraq 07:02 PM - 2021-07-04

Şêxê Êlên erebî derbarê rewanşad Mam Celal de wiha dibêje; Mam Celal wê her bimîne sembola pêkvajiyan û aştî yê.

Yekek ji Şêxên êlên ereban ên naskirî û xwedî navûbangê berfereh û naskirî li parêzgeha Besrayê, Şêx Abas alHesanî dibêje ku rewan şad serok Mam Celal baştirîn û bihêzîtirîn siyasî li ser qada Êraqê bû.

Di wê barê de, Şêxê êlaBenî Cehîm li bajarê Besrayê ji PUKmedia`yê re ragiahnd; Koçkirina serok Mam Celal em pir êşandin wek çawa birayên me kurdan pê êşiyan, ew sembola aştî û pêkvajiyanê bû di tevahiya navçeyê de û baştirîn siyasetmedar bû ên ku hikûmraniya Êraqê kirine ku bi awayekî jîr û jêhat kar û erkên xwe dûr ji tayfegerî û alîgiryê bû ku ev yek em pê serfiraz in.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw