Kerkûk; Kêmkirina dema kar

Agadarî 05:35 PM - 2021-06-30

Ji ber germê, parêzgeha Kerkûkê biryar da ku demjimêrên kar bêne kêm kirin.

Îro roja çarşemê 30-6-2021`an di belavokekê de, parêzgeha Kerkûkê da xuyakirin ku êdî ji ber germê, wê demjimêrên kar di saziyên fermî ên hikûmî de bêne kêmkirin ku wê ji demjimêr 8 heya 12 dibe, ev biryar ji roja 1-7-2021`an dest pê dike.

Hêjayê gotiunê ye ku li parêzgehên din ên Êraqê jî, heman biryar hatiye standin û dema karên saziyên fermî ên hikûmetê kêm kirine.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw