Bihaya naftê bilind bû

Aborî 10:41 AM - 2021-06-30
Bihaya naftê bilind bû

Bihaya naftê bilind bû

Di danûstandina Çarşemê de li hêviya derketina daneyên stokên Dewletên Yekbûyî, û encamên civîna "OPEC +"  bihayên naftê bilind bûn.

Li gorî raporên çapemeniyê ku "OPEC +" biryar da ku gotûbêjên destpêkî yên di navbera wezîran de rojek paşde bixe, ji bo çareserkirina cûdahiyan berî civîna dawî. Biryar bû ku îro civîn bihata lidarxistin, lê wê roja Pêncşemê pêk were, ku heman rojê civîna siyasî ya sereke ye.
Di warê bazirganiyê de,peymanên nefta xam a Brent radestkirina Tebaxê 0.3% zêde bû û gihîşt 74.95 $  bermîlek, herweha peymanên nefta "NYMEX" a Amerîkayê jî 0.5% zêde bû û bû 73.32 $ ji bermîlekê re.

Daneyên aborî diyar kir ku di hefteya borî de stokên neftê li Dewletên Yekbûyî 8,15 mîlyon bermîl kêm bû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket