Serokkomar; Hevpeymna Misir û Urdin û Êraq asoyên pêşerojê ye

Êraq 07:13 PM - 2021-06-27
.

.

Serokkomar pêşwazî li serokê Misrê û paşayê Urdinê Ebdulayê duyemîn kir û ragihand; Hevpeymna Misir û Urdin û Êraq asoyên pêşerojê ye

Îro roja yekşemê 27-6-2021`an li bajarê Bexdadê paytexta Êraqa federalê, serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih piştî pêşwazîrina li serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî û paşayê Urdinê Ebdulayê duyemîn xwerinek bi hev re xwerin û derbarê rewşa siyasî li Êraq û navçeyê bi giştî gotûbêj kirin û di wê demê de, serokkomar Dr. Berhem dazanîn ku ev hevpeyman û nêzîkbûna Misir û Urdin û Êraqê xaleke di asoyê aştî û aramî yê de ye .

Her weha îro roja yekşemê 27-6-2021`an li bajarê Bexdadê hevdîtina sê alî di navbera Bexdad û Misir û Urdin de birêve çû, derfeteke ku Bexdad bibe xaleke hevdîtin ji bo welatên cîran û bira ji ber peyamên erênî ji civaka navneteweyî re ku Êraq amade ye û bi xurtî rola xwe ya pêşeng li herêmê vegerîne wek berê û yekrêziya hêzên navçeyê bo aramî û aştiyê bidin guhertin.

Bexdadê mêvandariyê  li Ebdulfetah Sîsî û Melêk Ebdulla duyemîn di hevdîtina jibo gorûbêjê di hemû warên ewlekarî û çandî û leşkerî de dike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket