4 terorîstên ku dixwestin têkevin Bexdayê hatin girtin

Êraq 11:52 AM - 2021-06-27

Roja Yekşemê Ajansa Stixbaratê ya Wezareta Navxwe girtina 4 terorîstên DAÎŞê ragihand ku dixwestin têkevin Bexdadê.

Ajansa istixbaratê di daxuyaniyekê de got: Li gorî agahdariya istixbaratî ya rast û bi hewildanên berbiçav di şopandina tevgerên çeteyan, desteyên Ajansa Agahdarî û Lêpirsînê ya Federal di Wezareta Navxweyî de karîn 4 terorîst bigirtana.
Daxuyanî wiha zêde kir: 2 ji wan niştecihên Parêzgeha Nînewa ne û yên din jî niştecihên parêzgeha Diyala ne. wan di nav rêxistinê de bi nasnameyên cûrbicûr tevdigerîn bi derheqê wan tedbîrên stixbaratê hatine wergirtin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw