Serokkomar pêşwazî li serokê Misrê kir

Êraq 10:04 AM - 2021-06-27

Îro Yekşemê serokkomara Êraqê D.Berhem Salih li balafirgeha Bexdadê ya navneteweyî pêşwazî li serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî kir.

Îro li Bexdadê hevdîtina sê alî di navbera Bexdad û Misir û Urdin de birêve diçe, derfeteke ku Bexdad bibe xaleke hevdîtin ji bo dewletên cîran û bira ji ber peyamên erênî ji civaka navneteweyî re ku Êraq amade ye û bi xurtî rola xwe ya pêşeng li herêmê vegerîne.
Bexdadê mêvandariyê  li Ebdulfetah Sîsî û Melêk Ebdulla duyemîn di hevdîtina jibo gorûbêjê di hemû warên ewlekarî û çandî û leşkerî de dike.
 
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw