Hevserok Lahur; Em rê nadin bi siyasetkirina kêşeya Hîwa
Agadarî 06:21 PM - 2021-06-19Hevserok Lahur; Em rê nadin bi siyasetkirina kêşeya Hîwa
Hevserok Lahur Şêx Cengî di daxuyaniya xwe ya ji kenalên ragiahndinê re got; "Em rê nadin bi siyasetkirina kêşeya Hîwa."
Îro roja şemiyê 19-6-2021`an li bajarê Silêmaniyê, bi hevrêtiya endamê politburoya YNKê Dr. Mîran Mihemed, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî serdana nexweşxaneya Hîwa ya nexweşiyên şêrpenceyên kir û rewşa giştî ê nexweşxaneyê gotûbêj kir tako bê çareser kirin.
Her weha ev serdana hevserokê YNKê ji nexweşxaneya Hîwa yê re pêkhat li piştî ku ew dengoyên derbarê têkçûna rewşa aborî û neliheviya karûbarên wê nexweşxaneyê ku wek hîwayeke ji gel re û ji bo feqîr û hejaran re û şopandina wê tako riyên çareseriyên guncaw jê re bê dîtin bû.
Di wê hevdîtinê de, her yek ji parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebu Bekir û rêvebiriya giştî yê tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî û rêvebiriya nexweşxaneya Hîwa Dr. Yad Neqişbendî amadebûn, tê de hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî guhdarî nerîn û raman û daxwaz û pêşniyarên wan kir li bersivdanê de, hevserok Lahur got; Emê wek YNKê hemû erkên xwe bixin ger û piştîvaniyê li nexweşxaneya Hîwa bikin tako hemû tişt ûpêdewîtiyan ji nexweşxaneyê re peyda bikin.
Her weha di wê daxuyaniyê de, Hevserok hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Lahur Lahur Şêx Cengî aşkire kir, "kêşeya nexweşxaneyê nabe bikin siyasî û radestî kerta taybet bikin, ev nexweşxane baxeke gul a rewanşad serok Mam Celal ji bajarê Silêmaniyê re bû ye."
Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî nîgeraniya xwe anî ser ziamn ku di çend salên berê de, xemsarî û girîngî nedan bi akrûbarên nexweşxaneyê û ji defetên giştî ên tenduristiyê ku di warê kerta giştî de ye û dixwazin vegerînin bo kerta taybet, aşkire kir ku ev kar û helwest dûre ji kar û pirensîpên sosyalîsta demokratî û wê ziyanê bi welatiyan gihîne û em jî wek Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi her awayekî be, emê rê nedin bi wan hewildanên ne rewa û emê nepejrînin ku nexweşxane rastî ziyanê bibe ku ziyan bighîne nexweşxan wê kok ne be.
Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî, di wê serdanê de, soz da ku wê ji bo vê mijarê wê li gel aliyên peywendîdar bi hikûmeta Êraqê re jî peywendî bike ku alîkariya vê nexweşxaneyê bikin û li gorî jimêryariya ku hatiye kirin, piraniya nexweşan ji parêzgehên din ên Êraqê ne.
Tekez li ser wê yekê kir ku beşa nexweşxaneyê Hîwa û bajarê Silêmaniyê ji perayên alîkarîdana Herêma Kurdistanê yê derbarê nexweşiyên şêrpenceyê bêne vegerandin. wek berê û zêdetir be û ew pereyên têne dayîn û xerckirin pêwîste wekhev be ligel hemû parêzgehan û pêwîste kompanî jî bi heneseyeke dirêj alîkariya nexweşxaneyê bikin û ti kêşe û aloziyan ji nexweşxaneya Hîwa re dernexin.
Her di dawiya serdana xwe de, hevserok Lahur Şêx Cengî serdana nexweşên ku bi şêrpenceyê ketine kir û ji wan re cansaxî û rizgaqrkirina ji wê nexweşiyê kir.
Lahur Şêx Cengî; Erkên nexweşxaneya Hîwa berpirsyartiya axlaqiye
Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî di barê nexweşxaneya Hîwa de ragiahnd; Erkên nexweşxaneya Hîwa berpirsyartiya axlaqiye.
Di barê rewşa dawî ya nelibar a nexweşxaneya Hîwa,de, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî da zanîn ku ewê ji bo nexweşxaneya Hîwa ya nexweşiyên Şêrpenceyê wê hemû erkên xwe bixine ger tako nexweşxane wek berê bê kare kirin.
Di dema hatina xwe ji nexweşxaneya Hîwa re tako ji nêzîk ve rewşê bişopîne, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî ji rojnamevanan re ragihand ku nexweşxaneya Hîwa xizmeta herêm û hemû navçeyên Êraqê kiriye û mandina nexweşxaneya Hîwa berpirsyaretiya hemûyan e û aîkire kir ku peydakirina pêdewîstiyên nexweşxaneya Hîwa ya nexweşiyên şîrpenceyê li stuyê hikûmeta Herêma Kurdistan û ya Êraqê ye jî.
Di dirêjhahiya daxuyaniya xwe de, Hevserok Lahur dazanîn ku dirêjpêderiya karû xebatên nexweşxaneya Hîwa û pêşkêşkirina pêdewîstiyan karekî axlaqî ye, aşkire kir ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê wê kok nepejirîne ku nexweşxaneya Hîwa bidin bi kerta taybet, her weha wê hikûmeta Herêma Kurdistanê wê piştgiriya xwe ji nexweşxaneya Hîwa re berdewam bike û wê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê hemû erkên xwe ên rêvebirî û siyasî bikar bîne tako nexweşxaneya Hîwa di xizmetkitrinê de dirêj pê der bin.
PUKmedia-Taybet
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24