Vejîna YNKê berî 46 salan di dîroka gelê Kurd de gavek pîroz bû

Rêportaj‌‌ 06:48 PM - 2021-06-08

Eger em 46 salan paşve vegerin, emê bibînin çawa komek ji 7 Rewşenbîrên Kurd di rewşek awerte de di bin zor û zehmetiyê de bi yek dil û yek biryar gotin, ku gelê Kurdistanê hewce ye bi damezrandina tevgereke nujen, modern, sukuler, sozial demoqrat  durî kevneşopiya klassîk a ku di bin bandora ramanên fewedal û olî de ne.

Damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji çend hêz û komeleyên niştiman perwer pêk hat wek bersiv li dijî peymana Cezair a ku di sala 1975 de di nav bera Sadaam Hussein û Şahê Iranê çê buyî.

Têştê herî balkês, ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bu Sîwan ji tevgera azadiya Kurdistanê re, pêşmerge,  Ronakbîr, bazirgan, çotkar û Xwendevan cîhê xwe di nav de girtin ji bo bi destxistina mafê gelê Kurd ê rewa.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê dikanîbu di demeke kurt de bibe hêzeka sereke xort bi rêk û pêk li Kurdistanê, bi rengekî zanestî cuda û biratî xebata xwe û pêwendiyên xwe li gel hêz û partiyên Kurdistanî çêkirin û ji wan re bû alîkar çi li Bakur, çi li Rojhilat û li Rojavayê Kurdistanê bû .

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)êdi warê diplomasî û pêwendiyên herêmî û navdewletî de gelekî serkeftî û jîr bu, ew jî vedigere  perwerda kadroyan jêhatî û zana ,xebata YNK ê a diplomasî li Ewropa gelekî serkeftî bu, Dr. Kamal Fuad rehma Xwedê lê be diplomatekî Kurd ê herî jîr bu, wî yekîtiya Xwendevanên Kurd (Aksa) li Ewropa damezirand ku xwendevan bibin berdevkê gelê xwe di pêşerojê de, ew qet jî bîra me naçe . Dr. Omer Şêx Mus yek ji damzerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ye  ew jî siyastmedarekî serkefti ye heta roja îro .

Em ji bîr nekin ku birêz Nişîrwan Mustafa jî cîhê wî Bihuşt be  yek jî demezerên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ye gelekî xebat û Pirtuk nivisîn ji bo  gelê Kurd kir. Dr. Fuad Massûm jî yek ji Stûnên damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê destpêkêne ye.

Li dawî ezê vegerim ser Şêrê diplomasiyê kurd ê rojên dijwar û teng rewanşadê gelê kurd ê naskirî Mam Celal sed hezar rehmet li Giyana wî be, ku wek rêberkî Kurd ji bo Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê hat hilbijartin û bi qehremanî û bawerî hişt gelê Kurd bi serkefe û serfiraz bibe û bibe hejmareke girîng li navçe û cîhanê.

Nivîskar; Selahê Mûsê-Almanya

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw