Rêportacek di derbarê serdana şanda partiya me ji bajarê Silêmaniyê re

Agadarî 11:14 PM - 2021-05-08
.

.

Di (1/5/2021an de) , Û bi Vexwendineke fermî ji Serokatiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan de şandek ji nivîsgeha rêzanî ya partiya me giha bajarê Silêmaniyê , Şand ji endamên nivîsgeha rêzanî , Heval (Ehmed Berekat , Selah Derwîş , Ehmed Silêman û Elî Şemdîn) pêk hatibû.
Şanda partiya me bi dilgermî û bi baldarî ji aliyê serokatiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan û nivîsgeha rêzanî û serkirdeyên wê hate pêşwazîkirin , Piştî gihaştina hevalan gelek hevdîtinên fermî yên girîng hatin kirin li ser babetên pêwîst ji herdu aliyan re , Û di destpêka wê de peywendiyên dîrokî yên ku herdu rêberên nemir (Mam Celal Talebanî , Kak Hemîd Derwîş) damezrandine ,Herdu aliyan balkişandin ser wê peywendiyê û girîngiya parastin û pêşxistina wan peywendiyan li ser hemû astan ji bo gelê kurd û doza netewî ya kurdî.

Di hevdîtinê de rewşa Sûrî bi giştî û qeyrana di ser welatê me re derbas dibe  , Herwiha rewşa gelê kurd li Sûriyê hate gotobêj kirin , ji bilî buhabûnê û nexweşiya korona , Di vê derbarê de herdu aliyan tekez kirin li ser girîngiya derbaskirina nakokiyên di navber tevgera kurdî de li Sûriyê , Û girîngiya yekîtiya helwesta kurdî û saxbîriya serbixwebûna biryara rêzanî û rêzgirtina taybetmendiya netewî ya kurdî li Sûriyê.

Di dîroka (2/5/2021an de) li baregeha nivîsgeha rêzanî ya YNKê şanda me ji aliyê endamê nivîsgeha rêzanî û serokê nivîsgeha peywendiyan di partîya bira de (Diktor Soran Cemal Tahir) û mamoste Salar Serhed Xelîfê (Berpirsê borda peywendiyên kurdistanî) û hejmarek ji kadir û endamên nivîsgehê hatin pêşwazîkirin.

Di (3/5/2021an de) şanda partiya me ji aliyê hevserokê YNKê rêzdar Lahûr Şêx Cengî û bi beşdarbûna mamoste Salar Serhed Xelîfê (Berpirsê borda peywendiyên kurdistanî) hate pêşwazîkirin , Di hevdîtinê de rewşa Kurdistana Sûriyê û çawaniya pêşxistina peywendiyên di navber herdu partiyên bira de (YNKê , û Partiya Pêşverû) hate gotobêj kirin , Û divê kar ji bo yekîtiya tevgera kurdî li Sûriyê were kirin.
Di hevdîtinê de gotobêj li ser peywendiyên dîrokî yên di navber Yekîtî Niştimanî Kurdistan û Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê hatin kirin yên ku li ser destê serok Mam Celal û Mamoste Ebdilhemîd Derwîş hatiye avakirin , Herdu aliyan tekez kirin li ser girîngiya pêşxistin û xurtkirina wan peywendiyan.

Piştre şanda Partiya Pêşverû serdana gora serok Mam Celal kirin , Li wir mamoste Salar Serhed Xelîfê berpirsê borda peywendiyên kurdistanî û hejmarek ji endamên bord pêşwaziya şanda me kirin.

Endamên şanda me baxek gul danîn ser gora heval Mam Celal  ji bo rola wî ya dîrokî ku yek ji sembolên herî berze ji gelê kurd re di sedsala Bîstan de , Û weke rêzgirtinekê ji peywendiyên wî yên dîrokî bi damezrênerê partiya me re Mamoste Hemîd Derwîş re , û alîkariya wî ya berçav di damezrandina partiya me de û tekezî li ser pabend bûna wan peywendiyan hate kirin.

Di heman rojê de (3/5/2021) şanda me  berê xwe da bajarê Helepçe ji bo serdana Pakrewanên wî bajarî yên ku bûne qurbanê xaza kîmyayî ji aliyê rêjîma Bes ve , Piştre serdana baregeha malbenda YNKê li Helepçe kir û ji aliyê endamê encûmena serkirdayetî û berpirsê malbendê mamoste Sertîp Elî Mihemed û hejmarek ji endamên şaxê hatin pêşwazîkirin , Piştre berê xwe dan baregeha parêzgeha Helepçe û ji aliyê parêzgerê Helepçe mamoste Azad Tewfîq û hejmarek ji endamên encûmena parêzgehê ve hatin pêşwazîkirin.

Di roja (4/5/2021an de) şanda partiya me serdana baregeha Encûmena serkirdayetiya YNKê kir û bi dilgermî ji aliyê sekreterê encûmena serkirdayetî mamoste Ferîd Eseserd û mamoste Letîf Nêrewî , Dilpak Tahir endamên encûmena serkirdayetî de hatin pêşwazîkirin
Piştre şanda me serdana baregeha ragihandina navendî ya YNKê kirin û ji aliyê mamoste Stran Ebdulah (Endamê encûmena serkirdayetî) , û hejmarek ji endamên nivîsgehê (Karwan Enwer/Berpirsê malpera pukmedia , Mihemed Şêx Osman/Berpirsê rojnameya ElMersed a rojane , û berpirsê îzgeya Dengê Gelî Kurdistan) , Di hevdîtinê de peywendiyên dîrokî yên di navber herdu partiyan de hate gotobêj kirin , Û herdu aliyan tekez kirin li ser girîngiya hemahengiyek ragihandinî di navber herdu partiyan de.

Di keviya vê serdanê de , Bi amedebûna berpirsê borda Kurdistanî mamoste Sala Serhed şanda nivîsgeha rêzanî serdana mala dostê partiya me û yek ji damezrênerên YNKê nemir Adil Mûrad kirin û ji aliyê Aşna xan ve hatin pêşwazîkirin , Di hevdîtinê de hevalan xebata nemir Adil Mûrad û rola wî ya berçav û berz di piştgîrî û parastina peywendiyên duqolî yên di navber herdu partiyan de bi bîranîn.

Herwiha şandê serdana kampa Barîka ya penaberên kurd di parêzgeha Silêmaniyê de kirin ji bo Ser xweşiya hevalekî , Komek ji hevalên kampa Barîka li pêşwaziya şandê bûn , Piştre berê xwe dan mala mamoste Xalid Evdal (Endamê Borda peywendiyên kurdistanî û berpirsê doseya kurdî ya Sûrî) û serxweşiya wî kirin.

Di (5/5/2021an de) şanda me serdanên xwe bi dawî anîn , Û di dawiya serdanê de hevalan ev hevdîtin bi erênî û serkeftî nirxandin , Û di vê derbarê de Em spasiya serokatiya YNKê dikin , Herwiha em spasiya Nivîsgeha rêzanî , Encûmena serkirdayetî , Nivîsgeha peywendiyan , Borda peywendiyên kurdistanî , Nivîsgeha ragihandinê , Û ji hemû kadir û desteyên YNKê re ku alîkar bûn ji vê karî re di pêkanîna van hevdîtinên germ û bêrdar de ku herdu alî têde gihan nerîn û vîneke hevbeş ji bo vejandina van peywendiyên istratîcî û dîrokî yên di navber herdu partiyên me de û parastina wê ji bo xizmeta doza netewî ya kurdî.
 5/5/2021

Ragihandina Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

http://www.dimoqrati.info/?p=66278
https://kurdi.rojawelat.me/poli.../hevditinapdpksligelynk...

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket