YNKê xwediyê şoreşgerên mezin wek Mam Rîşe ye

Pirsename 05:30 PM - 2021-01-25

Di serdema rêjîma dîktetor yê B`esî erebî şovînî de, di demekê ku gelê kurd nikarî serî li ber dîtetoriyeta Sedam Husên rake, gelê Ereb û rêjîm jî, pê re nikarîn temaşeyî ser rû û dîmenê lehengê Kurd Mam Rîşe bikin.

Mam Rîşe ango navê xwe ya tomargehê, (Necmedîn Şekor Rauf) ku di sala 1955`an de, li gundê Taleban ya navçeya Germiyanê ji malbateke welatparêz û kurdperwer jidayîk bûye, qehRemanekî ji bo doza gelê xwe tekoşîn kir û heya dilopa xwîna xwe ya dawî liber xwe de û serê xwe li ber rêjîma xwînvexwer û erebên şovanîst dînena.

Mame Rîşe yekek ji kesayetiyên herî bilîmetî gelê kurd yê Başûrê Kurdistanê bû ku bi şev û roj li dijî dîktetoriyeta erebê şovînî dicengiya û ew kesayetiya şoreşger nimûneya têgeha serfirazî û serbilindî ji her kesekî Kurd re bû.

Wek bavê şehîd Enwer Mam Kerîm Erbetî derbarê rastiya kesayetiya Mam Rîşe de got; Li ser lehengtiya Mame Rîşe ku ji ber mezintî û canpolatiya wî, xelkên Ereb û alîgir û nokarên rêjîma dîkteorya Sedam Hisên ji wî re digotin peyayê Hesinî, ji ber ku kok netitirsî û ne jî hesab ji wan re dikir û herdem li Kerkûk û derdora wê digeriya û ajan û sîxurên rêjîma dîktetor, bi mêrxwasî jinav dibir û her kesî li dijî vîna azad ya gelê Kurd bû ye, ew dixist proseya dadgehkirinê û di encamê de, wê her binçav bikira û sizayên lio gor tawanên wan bi cî dikir..

Piroseya Mame Rîşe ew bû ku gelek rêça berpirsê ewlekariya Kerkûkê dipiya ku hemû rojekî wî berpirsî li ber çavên xelkê kurd digot; Êdî temenê Recul El-Hedîdî (Peyayê Hesinî) pir kêm bûye û wê di demeke nêzîk de an li zîndanê be, an jî li goristanê be.

Her weha di barê mêrxwesî û dilêriya Mam Rîşe de, kesekî ku lawê wî pir nêzîkî kesayetiya xebatkarê kurd yê leheng Mame Rîşe bû û pêşmergê bi wî re bû, ji min re karekî pîrozî wî şoreşgerê mezin hewelda û bi vê awayî got; Rojekê rêjîma Sedam Hisên ê dîktetor pir xwest gelê kurd û bi taybetî dost û alîgirên Mame Rîşe nîgeran bike, tako moral û wureyê wan têk bibe û bê hêvî bike.

Lê Mam Rîşe jî ew yek baş naskiribû, agahiyên xwe li ser pîlan û kiryarên rêjîmê û ajanên wî hevbû, wî jî li hemberî pîlana rêjîmê, proseyeke baştir amade kir. Di rojekê de, ku berpirsê ewlekariya Kerkûkê yê ku pilan li dijî Mam Rîşe darijtiye û wê moralê xelkên kurd têk bibe diçe xweringehekê li bajarê Kerkûkê û digel çend pasevanên xwe û alîgirên xwe, di wê xweringehê de xwerinê li wir dixwe û vehesa xwe dike û bi wan alîgirên xwe re, di nava kêfxweşî û gotûbêjan de ye. Her weha Mame Rîşe jî di bicîkirina wê proseya şoreşgerî ya xwe li dijî wî berpirsî dest pê kir.
Mam Kerîm di derbarê Mam Rîşe de çi got?
Mam Kerîm peyakî temen mezin e ku derdora 80 salî ye ku bavê şehîdekî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye û kesekî pir dilsoz û welatparêze ku ji aliyê xwe ve pir alîkariyê kurdên Rojavayê Kurdistanê kiriye û hevsozê şoreşa Rojavayê Kurdsitanê ye. Berê mala wî li Erbetê bû, lê niha li taxa Sabûnkeran li Silêmaniyê nîştecihe.

Mam Kerîm Mila Silêman bavê Serwer Zîndan ku bi xwe bavê şehîd Enwer e ku ligel Mam Rîşe pêşmerge bû, di axiftina xwe de wiha berdewam kir; Di heman demê de, Mam Rîşe di wê xweringehê de, nanê xwe dixwe û berpirsê rêjîmê jî li wir nanê xwe dixwe û piştî ku xwerina xwe têr xwe re û vehesa xwe jî kir, êdî rabû ku wê perê xwerina xwe û ya alîgirên xwe bide xwediyê xweringehê, lê ji aliyê xwe ve, hejmarkarê xweringehê jê re dibêje ku perê te hatiye dayîn.?!

Yekser ew berpirs maliq dimîne û ji pasevanên xwe dipirse kê perê min daye, ew dibêjin em nizanin. Her ji jmêryarê xweringehê dipirse gelo kê perê xwerina me daye.? Ew kes dibêje nizan im û ez wî kok nasnak im, lê ji min re got eger kes li min pirsî ji wan re bibêje Recul El-Hedîdî (Peyayê Hesinî) ew pere daye.

Di wê demê de, ew berpirs mirûz û dîmenê xwe têk diçe û gelek ji xelkên Kerkûkê wê demê amadebûne û ew çîrok bi guhên û xwe bîstin û bi çavên xwe jî dîtin, piştr e jî, êdî ji bo wî berpirsî şermeke mezin bû ku wî li ber çavên xelkê Kerkûkê digot Mame Rîşe wê di demeke nêzîk de, an li zîndan be an jî li goristan be, lê dema ku di yek xweringehê de, bi hev re xwerin xwerine û perê wî jî daye û pê nizaniye ku Mame Rîşe di wê xweringehê de ye û perê wî jî daye.

Ev yek ji çîrokê lehengtî û mêrxwesiya kesayetiya Mame Rîşe ye wek pêmergeyekî dilsoz û xwemxwerê doza xwe di nav rêzên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, tekoşîna xwe dikir û bi bê hember ku ewqas ji bo parastina doza gelê xwe hişyar û xwedî dilekî bihêz û merd bûye.
Hezar dilovaniya Xwedê li canpakiya te be ey Mame Rîşe ey peyayê Hesinî yê nimir û dilsosê doza rewa ya gelê Kurd û Kurdistan.
Mixabin ku di roja 24-1-1985`an de, şorşeger û lehengê gelê kurd ku neyarên şovînîstan jê re digotin (Peyê Hesinî) Mam Rîşe bi  riya çaşên rêjîma dîkteor bi awayekî hovane dikin pisuyê û şehîd dikin.
*Bazê Germiyan rêhevalê Mam Celal..Mame Rîşe hate bi bîranîn
Roja şemiyê 24 / 1 / 2015`e li ber monumenta şehîdên Enfal li qeza Çemçemaê cemawerên Kurdistanê roja şehîdbûna Bazê Germiyan şehîd (Mame Rîşe) û rêhevalên wê bi bîrxistin.

Maresîma bi bîrxistina şehîd Mame Rîşe bi amadebûne hajmarek ji endamên mekteba siyasî û encumena serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, parêzgarê Silêmaniyê Dr.Aso Ferîdon û hejmarek ji berpirsên hikûmetê û partiyan û girseyek mezin ji welatiyan birêve çû.

Marsîmê bi xulekek rêz girtin li cangoriyên Kurdistanê dest pê kir, pişt re qeymeqamê qeza Çemçemaê Amanc Mihemed gotarek pêşkêş kir û bi xêrhatin li amadevanan kir û di gotara xwe de bal kişand ser bi qehremaniya şehîd Mame Rîşe û rêhevalên wî. Her wiha da xuya kirin ku wî ji bo malêbatên şehîdên di şerê li dijî DAIŞ de tevlî karwana şehîdan bûne, daxwaz ji wezareta şehîdan û enfalkiriyan kir yekîneyên niştecihbûnê bû wan bêne dabeşkirin û derbarê vê yekê ligel aliyên peywendîdar ketî nav tevger û hevrêziyê.

Pişt re belge filmek li ser jiyana Şehîd Mame Rîşe û rêhevalên wî hate pêşkêş kir in, her wiha xelatên rêz lê girtinê ji wezareta şehîdan û enfalkiriyan û qeymeqamê Çemçemal ve hatine pêşkêş kir in.

Şehîd Necmedî Şukir Reuf a bi (Mame Rîşe) tê nas kirin, di sala 1955 li gundê Taleban a ser bi devera Germiyan ve ye ji dayîk bûye, ji rojên dest pêk ji ciwantiya xwe de xwedî hasten nîştimanî bû, di sala 1970 peywendî ligel şoreşa Filistînê kir û bû bi fadayî.

Dema rêjîma Baas li dijî gelê Kurdistanê dest bi siyasteyên Erebkirinê kir û stem li gelê Kurd kir koçber û zordarî lê kir, di sala 1978 de tevlî refên hêzên Pêşmerge bû, Şehîd Mame Rîşe di çalakiyên leşkerî yên li dijî pêxwazên rêjîma Baas xwedî roleke girîng û mezin bû, di sala 1979`an li devera Bazyan kerta çaremîn di nav refên pêşmerge de xebatên xwe berdewam kir, pişt re bû bi fermandarê Hêza Cebarî a 4, Şehîd Mame Rîşe bi çalakî û wêrekiya xwe, tirs û saw di dilê pêxwazên Baasiyan de çand û bi Bazê Germiyan hate naskirin.

Bavê Şehîd Mame Rîşe ( Şukir) û birayê wî (Ehmed ) sala 1981 li ser destê rêjîma Baas şehîd bûn, Mame Rîşe gelek destanên qehremaniyê bi çalakiyên xwe nivîsî, bi tev hejmarek kêm ji rêhevalên xwe serkeftinên mezin li dijî artêşa Baas tomer kir.

Şehîd Mame Rîşe roja 24 / 1 / 1985 bi tev rêhevalên xwe ji pêşmergeyên qehreman di encama plnaneke namerdane ji aliyê rêjîma Baas û alîkarên wî ve şehîd hate xistin û tevlî karwana cangoriyên Kurd û Kurdistanê bû.

Têbînî; Ev gotar ji pirtûka min ya ser Mam Celal e..

Hozan Efrînî

25-1-2021

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw