PUKmedia, rastiya ragihandina azade

Rêportaj‌‌ 05:00 PM - 2021-01-24
.

.

*PUKmedia, rastiya deng û rengê ragihandina azad û neteweyî ya kurd e.
 
Salvegera 18’mîn ya damezrandina PUKmedia’yê ya hilgirê peyamên serok Mam Celal ên rasteqîneya ji dil pîroz be.

Ez di hemû salekê de û bi taybetî di salvegerên damezrandina PUKmeduia`yê de wiha dibêjk im ku piştî karkirin û xebatkirina bêhrtir ji 11 salan di hundir stafa PUKmedia`yê de, li gor erk û xebata ku min di warên wergerandin, nivîsandin, dizayînkirin, nûçesazî û raportên nûçeyan û hevpeyvînkirin û rêportajkirinê, bi reşkawî dibêj im; PUKmedia, rastiya ragihandina azad û neteweyî ye û jêdereke rasteqîne ye ku ji nava rastiya rêbaza serok Mam Celal e.

Salvegera 18'mîn ya damezrandina PUKmedia'yê ku di heyama Salekê de bi sedan nûçe û raportên cuda cuda li ser Rojavayê Kurdistanê dike û weşandiye, ez ji dil li hemû gelê kurd û Kurdistan û li rêvebir û sernûser û karmend û rojnamevanan pîroz dikim û herdem wan pêşkevtin û berhemên ku dibin hemû ji Reman û bîrdoz û rêbaza serok Mam Celal e...

Ez ji sala 2005`an ve, di kar û xebatên rojnamegeriyê de li Herêma Kurdsitanê bi awayekî dirêjpêder û di nav kar de me, bi aktîvane ji 2005 heya dawiya 2009`an ez li rojnameya Aso ya ser bi saziya Xendanê dixebitîm û taybet bi beşê Rojavayê Kurdsitan û Sûriyê û Bakurê Kurdistanê mijûl bûm.

Piştre jî ez li kenala KNN ya kurdî di beşa kurmancî de jî wek hewalsaz û raport amadekirin û xwendin karî dikir. Her weha di kovara Livîn û Xêzan û Siyaset de jî kar dikir, Di heftenameya Çavdêr de jî ji 2006 heya 2017`an jî min kar dikir.
Nivîsên min di piraniya malperên Başûr û Rojava û Bakurên Kurdsitanê dihatin weşandin, ji ber wê jî, ez bi bê guman rastiya rêbaza rewanşad serok Mam Celal bi bîrtînim ku her pêşketin û berhemeke girîng û cihê serfiraziyê be, ew yê rêbaza Mam Celal e..

Ji sala 2010`an ve jî ez di PUKmedia û heya niha jî dirêjpêder im, her weha ji 2017`an de, ez di radyoya Dengê Gelê Kurdsitanê de wek pêşkêşkarê bernameya Ji Rojavayê heya nivîsandina vê gotarê dixebit im.

PUKmedia wek Yekem saziya ragihandinê bû ku li Başûrê Kurdistanê peyamnêra xwe taybet ji Silêmaniyê şand Kobanê û Efrînê, di germahiya şer û berxwedana Kobanê û Efrînê de jî, nûçe û raportên bi wêne û vîdyo roj bi roj hatine weşandin ku rastiya rewabûna berxwedana Kobanê ya 2014 ku ez bi xwe wek Hozan Efrînî çûm nava bajarê Kobanê ku tenê 2 taxên wê di bin kontirola YPG-YPJê de ma bûn, û ya Efrînê ya 2013`an dîsan ez bi xwe du caran çûm ku asta sere çete û komên oposizyona Sûrî bi nave Artêşa Azad û Eniya Nusre û DAIŞê êrişên pir mezin û hovane li dijî Şêrawa û gundên başûrê Cindirêsê dikirin û  jibo Berxwedana Efrînê ya 2018`an dîsan peyamnêreke keç hat şandin û rastiya neyartî û hovîtiya DAIŞ li dijî Kobanê û hovêtiya artêşa tirk û çeteyên Sûrî ku bi fermanên wan li Efrînê tevdigerîn aşkire û zelal dikir.

Di piştgiriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, li gor rastiya rêbaza Mam Celal PUKmedia her pêşenga ragihandina başûr bû ye û heya niha jî wiha ye serbarê ku gelek aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê nerazîbûnên xwe li hemberî PUKmedia`yê dabûn nîşandan û bi awayekî çewt dabûn nirxandin ku piraniya nûçe û raportên PUKmedia`yê di xizmeta Rêvebiriya Xweser de ne.

Ez dikarim ji jêderên rastiya dîroka karê min di hundirî stafa PUKmedia`yê de hinek rastiyan bênim ser ziman û ser nivîs ku ji sala 2010`an ve ez di vê malperê dêrîn de wek hewalsaz p wergêr û rêportajger tevdigerim, lê heya roja îro, min ne dît ku sansor an jî qedexekirina weşandina nûçe û raportekê ji min hatibe xwestin ji bilî 2 xalên ku ji min re hatiye gotin ev in:

1- Derbarê buyerên li Sûriye ku di destpêka wê de ango di 15-3-1011`an de bû ku ji min re hat gotin ku pêwîste em wek PUKmedia`yê di nûçeyên xwe de pir alîgir nebin, ji ber ku em nizanin ku gelo opozisyon ji rêjîmê baştire an na, ev pêşniyar jî, wek ez agahdar bûm, ku ji aliyê serok Mam Celal ve hatibû gotûbêjkirin ku pêwîste kurdên Rojavayê Kurdistanê ne bi rêjîmê re û ne jî bi opozsiyonê re bin, pêwîste haja xwe hebin û heya niha rûyê oposizyonê nehatiye zeklalkirin ku gelo wê kurdan bipejirîne an na, gelo wê bi tevgera kurdî re be an na, ji ber wê jî, ji min hast xwestin ku di nûçe û raport û reportajên derbarê Sûriye de bê alî bin ta ku bi awayekî pir baş zelal dibe.

Di rastiyê de, nêrîna ku nemir serok Mam Celal derbarê Sûriye da ye, pir rast derket û opozisona Sûrî ji rêjîmê xeraptir derket û karên qirêj ên ku rêjîmê bi serê gelê kurd nekirî, oposizyonê li Serê Kanî û Kobanê û Girê Sipî û Şêxmeqsûd û vê dawiyê li Efrînê dikin ku di dîroka gelên bindest de wiha bi serê wan nehatiye kirin mixabin.

2- Derbarê Bakurê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê jî ji min re 2 caran diheyama 9 salan de hatiye agahdarkirin ku dibe ku em di nûçesazî û raportsaziyê xwe de pir hûrgil û hişyar bin ku piştgiriya doza kurdî di pêş de ye, lê aliyên diplomasî jî li ber çavan bigirin û bi awayekî pir
professional kar bikin û rastiyan ji raya giştî û gelê kurd û Kurdistanê re ronî û zelal bikin û rastiya doza nîştimanî xwedî derkevin .

Ji ber wê jî, ez heya roja îro jî, dilgeşim bi kar û xebatên PUKmedia`yê ku wek ajans û kenal û jêdereke pir çalak di xizmeta veghustina rastiyên veşartî û ên li berjewendiyên doza gelê kurd û Kurdistanê, her çiqas ji aliyê darayî û aborî ve, PUKmedia ne wek hinek kenal û malperên din bihêz e, lê tiştê ku ez tê de dilgeş dibim û bi dilê mine, xizmetkirina biwarê rojnamegeriya kurdî resene ku ji aliyê xizmetkirina dozê de, bê dudilî ye û bi helwest e.

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket