Di 75 saliya Komara Mihabadê de ( Avabûna Komara Kurdistanê )

Rêportaj‌‌ 05:18 PM - 2021-01-23
.

.

Di sala 1945´an de gelê krud li Kurdistana Rojhilat , li bajarê Mihabadê rêxistineke bi navê “Komeley Jiyanewey Kurd” ava kir. Vê rêxistinê di sala 1945’an de navê xwe kir “Partiya Demokrat a Kurdistanê”. Qazî Mihemed bû serokê vê partiyê. Wî di 22’yê Rêbendana sala 1946´an de li Qada Çarçirayê avabûna Komara Kurdistanê ragihand. Di 11’ê Reşemiya sala 1946´an de parlementerên komarê sond xwarin û dest bi karê xwe kirin. Wan Mihabad weke paytexta Komara Kurdistanê diyarkirin.
Komara Kurdistanê salekê berdewam kir, Lê di wê demê de pêşengên komarê di warê aborî, civakî û çandî de gelek karên hêja kirin. Rojname û kovarên mîna “Kurdistan”, “Nîştîman”, “Hawarî Nîştîman”, “Helale” di vê demê de derketin.
Ji bo zarokan jî kovareke bi navê “Girûgalî Mindalan” derket. .
Piştî xebat û berxwedanek dûr û dirêj gelê Kurd li hemberî desthilatdariya Şahê Îranê kir, Û ji ber ku mafê serxwebûnê mafekî rewaye ji gelê kurd re ku ew jî wek hemû gelên cîhanê ala xwe li ser xaka xwe hildin û jînek bi rûmet bijîn di welatekî serbixwe , Azad û Demoqrat de , Û di vê riyê de bi deh hezaran qurbanî pêşkêş kirine ji bo Azadî û serfiraziya Kurdistanê.
Di roja 22/1/1946 an de li bajarê Mihabadê, Pêşewa Qazî Mihemed Komara Kurdistanê ragihand û li pêş kombûneke mezin ji xelkê kurd li meydana çarçira li Mihabadê Ala Kurdistanê hilda û got : ( Emro baştrîn roje le mêjuyî jiyanî kurde roja ku alayî serbixwebûna kurdistanê li ezman şarê Mihabad bilind dibe.. û rêbaza pakrewanan di riya azadiya kurdistanê de wê bibe simbola xebat û berevaniyê.
îro em serbixwe ne û baweriya me xort e, Alaya Kurdistan ya ku bi fedekarî hatiye hildan emê biparêzin ji ber ku ew erkekî girînge li ser milê me teva û nabe bikeve ..).
Avakirna Komara Kurdistanê bûyerên dîrokî bi xwe re anîn, ji wan bûyeran : Guhertineke pir mezin di dîroka kurdan de pêkanî, Û gelê kurd bi destê xwe desthiladariyek ava kirin pê fêrî dewletdariyê bûn, Tore û kultûra kurd jî hate vejandin, abûriya welêt hate vejandin, û tevgera kurdayetî li seranserî kurdistanê geş bû, xort û keçên Kurdistan ketin nav xebatê , Û civaka kurdî bi hestên kurdayetî şiyar kirin ..
Herwiha yek ji çalakiya vê komarê ew bû ku jina kurd derbasî meydana xebatê kir.
Li gorî daxuyanên serokatiya komarê, wê demê, mebesta Kurdan ne cudahiya ji Îranê bû, Lê belê mebest ew bû ku Kurd ji zilim û sîtema hikûmeta Şahê Îranê rizgar bibin.
Piştî ku yazde heyv li ser damezirandina komara kurdistanê re derbas bûn, hêzên Şah, bi rêbertiya General Haşimî, êrîşî bajarê Zincan kirin, û ji wir peyamek ji Qazî Mihemed re şanidin da rê ji wan re veke ji bo derbasî Mahabadê bibin, Lê serokê komarê ev yek nepejirand, û wê demê ew li derveyê Mahabadê bû, û bi lez vegeriya, Lê hêzên Îranî bi tundî êrîşî wî kirin, û ji ber ku Qazî rewşa wê demê baş nas dikir, û ji ber gelek merc û sedeman, Qazî biryar da ku xwe radestî hêzên Îranî bike, bi taybetî piştî ku Sovyêt piştgiriya xwe ji Kurdan re rawestand.
Di vê çarçewê de gelek hewildan hatine kirin da ku Qazî û birayên wî di wê dadgehê de bêguneh bi derkevin , lê biryara Şahê Îranî bo bidarvekirina wan derket, Û di 30 Adara 1947an de ew li meydana Çarçirayê hatine bidarvekirin.
Tevî ku komarê ji bilî Yazde mehan dirêj nekir, Lê wê gelek destkeftî ji Kurdan re pêk anîn, ku radyoyeke Kurdî hate sazkirin, û bingeha sînemayê hate danîn, herweha dibistanên bi zimanê Kurdî hatine vekirin, û sirûda neteweyî ji bo Kurdan hate afirandin,
Komara Mihabad simboleke dîrokî ye di hebûna gelê Kurd de, ji ber ku ew yekemîn car bû di dîroka nûjen de Kurdan komareke taybet bi xwe damezirandibûn.
Silav li bîranîna (75) saliya komara Mihabadê
Sed silav li giyanê pêşeng û rêberê gelê kurd Pêşewa Qazî Mihemed


Jêder : Pirtûka Komara Mihabad
Hin jêderên Partî Demoqratî Kurdistanî Îran


22 / 1 / 2021
Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket