Hişmend Şêxo : Li hember dagîrkirina Efrînê Cîhan bi seranser rûreş û gunehkare

Rêportaj‌‌ 04:14 PM - 2021-01-21
.

.

Di 20 / 1 / 2018an de weke îro Rûsiya çira kesk ji Turkiyê re vêxist, û bargehên xwe yên leşkerî ji (Kefircenê) vekişand , Û di Demjimêr / 4 / piştî nîvro /73/ balafirên cengî yên artêşa Turkiyê derketin ezmanê Efrînê, û navenda bajêr topbaran kirin.

Di vê bîranînê de ez dibêjim cîhan bi seranser li hember kurdên Efrînê rûreş û serberjêre , Sed mixabin ji helwestên navdewletî re ku dihêlin dewleta Turkiyê bi hovîtiya xwe berê xwe bide gelê me yê mirovhez û Azadîxwaz û bi Ayeta (Fetih Elmobîn) berê van diz û nandozên artêşa niştimanî ya Sûrî didin Çiya , Navçe û gundên ciwan , Mixabin li ber çavên civaka navdewletî û cîhanê bi seranser , Li hember bêdengiya rêxistin û komeleyên mafên mirovan dewleta Turk êrîşî bajarên me dike û bi siloxanên (Elah û Ekber) dest bi dizî û talankirina mal û semyanên me dikin.

Di van hersê salan de hîn birînên Efrînê nehatine hev û çênebûne , dagîrkerên Turk berê wan nandozan didin Kobanî , Serê Kaniyê û Girê sipî , û îro jî dixwazin (Ên Îsa) dagîr bikin , Di encama dagîrkirina hersê bajaran de me qelenekî herî buha daye ji ( Kuştin , Girtin , Talankirin û derwarkirina bi darê zorê ), Armanca herî sereke ya dagîrkeran guherîna demoxrafiya herêmên kurdî ye û Efrîn jî wek mînakeke zindî ji her kesî ve xuyaye.
Efrîna min tu hatî dagîrkirin ji ber ku tu ciyê zanistî , kurdewarî , hêlîna partîzan û şervana yî

Ji ber ku tu bajarê (Reşîd Hemo , Şewket Henan , Xelîl Mihemed û Mihemed Elî Xoce ye) Û te dixwest xewn û hêviyên Ehmedê Xanî pêkbîne.
Gelê minî Azadîxwaz :
Bi helkefta vê roja xemgîn ez bejina xwe li hember wan lehengên Efrînê ( şervan û sivîl ) û hemî xebatkarên gelê xwe diçimînim , Ew kesên leheng û dilêr ên jiyana xwe û her tiştên xwe erzan kirin û bi bawerî xwîna xwe li ser vê xaka pîroz rijandin ji bo berevaniya xaka kurdî û parastina rûmeta vî miletî.

Herwiha hemû kesên ku destê wan di vî şerî de hebûn û berê gelê me dane kuştin û penaberiyê , Û bi taybetî kesên ku mayîn di mal û xaniyê sivîlan de çandine ez nefretê li wan tînim.

Herwiha ez çavên zarokên Efrînê yên hêmin û jiyanhez maçdikim , Ew zarokên ku li kolanên bajarê xwe dilîstin û bi Dê û Bavê xwe re bûyer dişopandin , Dema dengê gurmîna topên dagîrkeran dibhîstin rondik ji çavên wan diherikîn û ji kûraniya dil de diqîriyan û digotin : Bavo , Anê ,Apo ,Xalo Efrîn nakevê ne?!

Mixabin pirsa kulîlkên me pirseke pir zehmet bû , bi pirsa wan re gup gupa lêdana dilan zêdetir dibû , Girî dikete gewriya mirov ,Tu kelgirî dibû lê te nikarî bersiva wan zarokan bida û wan jî bi nêrîneke melûl li hev temaşe dikirin..
Ez çavên wan zarokan yek bi yek maç dikim û pêşerojeke ronaktir ji wan re dixwazim û ez bi wê hêviyê me ku di siberojê de ewê bibin pêşengên gelê xwe.
Di heman demê de dayikeke kurd bi bîra we tînim (Pîra Sînem) a ku li ser alavên ragihandinê weke bajarê xwe hejar û bê xwedî xuyadikir û bi hestên xwe yên dilovan nûnertiya Efrînê dikir û wisa digot : ( Qurban Ji Êvarî de heya niha davê gim û gim gim û gim lêdixê  xelk nikanê , Canî xwe xilas dikê..
Kesî min tune yawrim xudayekî min bi tenê heye Kesî min tune ye).
Ew pîrejina kurd bû simbolek ji êş û azariya bajarê xwe re , ji ber ku bi rastî kesekî Efrînê tunebû mixabin..
Pêncî û heşt rojan ji şer û kuştinê cîhan bi seranser kûr û lal bû , Kesî negot çima ev mileta tê kuştin û çima ev bajara tê wêran kirin….
Ez germtirîn silavên xwe li wan Dost , Heval , Cîran û hogirên xwe yên di jêrzemînan de dikim , Ew dostên ku me bi hevdu re kêliyên mirin û jiyanê parve dikirin.

Ez hemî xebatkarên tevgera netewî ya kurdî silav dikim , Bi taybetî kesên ku hatine girtin û li ser destê wan hovan kotek , şewat û îşkence dîtine.
Hêvîdarim di bîranîna çarem de gelê me li xaka xwe vegere û hemû Efrîniyên li welêt û li derveyî welêt vegerin mala xwe daku hemû bi hevre karibin birînên bajarê xwe derman bikin.
Efrîniyên dilêr û mirovhez :

Raste bajarê me hatiye dagîrkirin , Lê bawerî li ciye û hêvî bilindin ji berdewamiya xebatê re heya ku dagîrkirî li herêmên kurdî bi dawî dibe û gelê me dighê mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de.
20 / 1 / 2021

Endamê Komîta navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket