EPKR komcivînas xwe ya sala nû li dar xist

Rêportaj‌‌ 06:26 PM - 2021-01-18
.

.

EPKR komcivînas xwe ya sala nû li dar xist

Encûmena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê komcivîna xwe ya sala nû ya 2021`an li dar xist.

Roja pêncşemê 14- 1-2021`an bi amadebûna nûnerên rêxistinên sivîl ên Rojavayê Kurdistanê û hinek ê Herêma Kurdistanê û beşdarbûna piraniya endamên rêvebirî û endamên encûmenê li hundirî Silêmanî û dervayî Silêmaniyê û Helebçeyê, komcivîna sala nû ya Encûmena Penaberên Rojavayê Kurdistanê li hola CDO`yê birêve çû.

Di wê barê de, endama rêvebiriya Encûmena Penaberên Rojavayê Kurdistanê Zêwa Xelef ji PUKmedia`yê re ragiahnd; Ev civîn ya sla nû bû ku komcivîna giştî ya Encûmena me bû di roja pêncşemê de hate li darxistin.

Zêwa Xelef di dirêjahiya daxuyaniya xwe ji PUKmedia`yê re aşkire kir ku di wê komcivînê de, piraniya endamên rêvebirî û ên encûmenê hundir û dervayî Silêmaniyê jî beşdar bibûn ku mêvan ji nûner û serokên rêxistinên sivîlî ên Rojavayê Kurdistanê û hinek ên Herêma Kurdistanê jî amadebibûn wek piştîvaniyek li Encûmena me bû.

Berpirsa komîteya darayî ya Encûmena Penaberên Rojavayê Kurdistanê Zlwa Xelef aşkire kir ku rêvebirê giştî ya Rêxsitina CDO`yê kak Bextiyar Ehmed û serokê rêxistina PAO `yê kak Ezedîn Haris wek rêxsitinên sivîl ên Herêma Kurdisatnê pişgiriyên xwe ji bo Encûmena me dane ragiahndin û amadeyiya xwe nîşandan ku wê her dem alîkar bin.

Di derbarê rêxsitinên Rojavayê Kurdistanê de jî, Zêwa Xelef dazanîn ku serokê rêxistina Yesan Rojava ûkak Îsam Sebrî û nûnerê dêra ANABABATÎS Kak Hesen Ehmed û nûnerê rêxistina zimanê kurdî kak Salih Mamo ku hemuyan piştîvaniya kar û xebatên Encûmena me kirin ku ew komcivîn gelek baş birêve çû.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket