Ezmir; Bi wêne...21000 dar hatin çandin

Şwenewar‌‌ 05:17 PM - 2020-11-23
.

.

Li çiyayê Ezmir 21000 dar hatin çandin tako jîngeparêzî dirêjpêder be.

Îro roja duşemê 23-11-2020`an, bi amadebûna parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebu Bekir ûqayîmeqam Awat Mihehemed û berpirsê malbrnda 1 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Ceza Seyid Mecîd li bajarê Silêmaniyê merasîma çandina 21 hezar dar li ser çiyayê Ezmirê birêve çû.

Di wê merasîmê de, parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebu Bekir aşkire kir ku pêwîste em bi hev re bajarê Silêmaniyê xweşik bin û dîmena xwezayîya wê ya bedew jî derxînin holê.

Ji aliyê xwe ve qayîmeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed jî spasiya xwe ji bo kompaniya Tanebo nîşan da ku ew kar pêşxist û dazanîn ku ew li stuyê me hemûyan e ku em bajarê Silêmaniyê keskayî bikin û xweşik û bedew bikin.

Her weha berpirsê malbenda 1 ya YNKê Ceza Seyid Mecîd jî aşkire kir ku ew wek YNKê piştgiriya her kes û aliyekî dikin ku kar ji bo keskayîkirina bajarê Silêmaniyê bike dikin.

Wêne..Piştîwan Ezîz

PUKmedia-Cemal Serketî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket