Bersiva Êzidiyan bo peyvdarê binavê PDKê

Cînosayd‌‌ 08:27 PM - 2020-11-22
.

.

Bersiva hejmarek kesayetiyên rewşenbîr, çalakvan û kesayetiyên ola Êzidî li Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê bo peyvdarê binavê PDKê.

Ev bersiv wek çawa ji PUKmedia`yê re hatiye şandin bi heman awayî ji xwendevan û şopênerên PUKmedia`yê re diweşîn in...

Birayên Rêzdar

 Çawa ku hûn agadarin nêzîkî du mehan e Babe Şêx (Xirto Hecî Îsmaîl)  serokê Civata Rohaniya Êzidyan wexera dawiyê kirye, ligor urfên ola Êzidiyan pêwîst e di demeka kurt de Babe Şêxê nû bê destnîşankirin, ew jî bi mîkanîzim û urfa Êzidiyan! lê mixabin Babe Şêxê nû li derveyî xwest û viya Êzidyan û urf û nerîtên wan di civîneka  girtî û bê pişikdariya Êzidîyan tenê bi pişikdariya berbjarê daxwazkirî û hejmarek Êzidiyên girêdayî PDKê û li derveyî  her urfek û xwesta Êzisiyên navxwe û derve, Babe Şêx hat destnîşankirin! netenê hajî pirsê nebûn, çi agahiyeka wan  li awayê diyarkirina Babe Şêx nebû, yaku ji aliyê Êzidiyan ve nayê qebûlkirin,

Xwedî Hazim Tehsîn Beg, li derveyî xwesta Êzidiyan di çarçoveya xwesta PDKê de  wekî mîr hat sepandin.

Bi zelalî diyare kesekî şikestxwariye di birêvebirina posta mîrê Êzidiyan de,  bi vê yekê jî, çawa mafê wî yê destnîşanbûnê wekî serokê Civata  Rohanya Êzidîyan heye, bê rêzgirtinê ji vîna piranya Êzidîyan!? 

Di demekê de ku em dijayetiya xwe li hember vê piroseya  neasayî û biguman dubare dikin, piştrastin jî, ew biryar ligor xwesta Êzidîyan nine, hevdem Êzidî rê nadin careka din PDK û çi hizbeka din çarenivîsa olî û siyasiya wan diyar bike û bibin qurbanyê qorikariya siyasî û  paşeroja wan bê sipartin bi qederê  û  mamile bi çarenivîsa wan bê kirin, ku  di rojên teng û nehametiyan de bên bifrotin û tenê hîştin. 

Xuşk û Birayên Ezîz

Di demekê de ku em libenda helwêsta nû ya serkirdayetiya PDKê bûn، li hember destwerdan  di karûbarê navxwe û rêznegirtinê ji   pîroziyên Êzidiyan, çêkirina bêtfaqî di nav mala Êzdiyan  bi pîlana PDKê, xelkê bêtawanê Şingalê tên firotin, li şûna daxwaza lêbihurînê  û  rakirina berpirsyariya ser milê xwe, peyvdarê fermiyê PDKê, di daxuyaniyeka hûnayî de, bo yasayî kirina wî karê nerewa, lewma me bi pêwîst zanî vê daxuyaniyê bevbikin. 

Çawa ku me pêştir bal kişand ser,  PDKê  û dezgehê stixbarat wê  her ji dema wexera dawiya mîr Tehsîn Beg û Babe Şêx serokê Civata Rohaniya Êzidiyan rasterast dest xistiya nav  karûbarê Êzidiyan û tevahia urf û nerîtên wan yên olî bp piştgyxistinê, û dûr ji haydarî û rênîşandayîna kesayetî û zilamên olî yên Êzidiyan, posta mîrê Êzidiyan û Babe Şêx bi merema xwe ya tayebet û bi gendeliya xwe  pir dikin, çimkî bi rêzgirtinkê bi vî awayî ji  maf û azadiyên  Êzidiyan, behayên wan bin pê dike û bê tifaqî û fitneyê di nav mala wan di çêdike.

 Di demekê de ku  wekî Êzidî em libenda roleka îcab û helwêsteka mirovane  bû ji PDKê  lihember  nehametiyên Şingalê û Êzidiyan, lê mixabin qorixkirina  ola Êzidiyan û  doza wan ya rewa bo projeyeka teng ya hizbî berdewam e, ew jî di çarçevaya  pîlaneka pêşde amadekirî de,  ku bo jinav birina nasnameya aoliya Êzidiyan e. 

Çêdibe peyvdarê PDKê haydarî pîlanên nihêniyên stixbaratî nebe, lewma daxuyaniyeka bi vê rengî belav dike.  

Bo xelkê Herêma Kurdstan, Iraq û tevahiya Êzidiyan bi zelalî diyar e PDKê piştî piroseya rizgarkirina Îraqê ji sala 2003-an, dest bi siyaseta  gef  û  xirabkirina Êzidiyên bêtawan kiriye,  bi taybet jî piştî  radest kirina  Êzidiyan li Şingalê li  3/8/2014-an, herwisa tekez dikin  dest werdan li karûbarê olî û  civakiya Êzidiyan û mamile kirina bi wan re bi siyaseta  tirsandin û birçîkirinê,  parek ji siyaseta teng û nenîştimaniya hizbekê ye, ya ku bo me cihê heyrmanê ye,  piraniya şêwirmand û cibcîkarên pilanên wan, berpirsên mefrezeyên  Ebû Faris  El-Hemdanî  wate mefrezeyên  stixbarata rjîma Beesa herifî ne, ku merema wan jinavbirina pîroziyên civakî û  oliyên me ye.

Xuşik û birayên me yên berxwedêr li Şingalê, 

Êzidiyên bêtawan li kempên Herêma Kurdstanê, 

Xelkê bêdeshilatê navçeya welatê Şêx,

Berxwedêrên êzidî li  Rojava û Başûrê  Kurdistanê,

Berxwedêr yên li Corciya,   Ermîniya  û welatên Sovyêta kevn,  Êzidiyên xerîbyê li Ewropa, Emrîka, Keneda û Ustralya, 

Nasnameya  oliya me, perstgeh, mafên  û giştî  eşkere  û rasterast bi  metirsiya jnavbirin  û qorixkirin  û firotnê re rû bi rû ne. 

 Li hember tevahiya van xedir, destdirêjî, çewsandin û bêrêzîkirinan, bêdengiya serokomar û serokwezîr û serokê parlemana Iraqê, serokatiya Herêma Kurdistanê, parleman û hizbên Kurdistanî û rêxistinên sivîl  cihê heyrmayîn û dilgiranyê ye.

 Lewma dema wê yekê hatye, wekî Êzidî em  xwe rêkbixin,  berpirsyariya olî, dîrokî û miroviya ser milê meye ye,  tenê bi rêxistina  rêzên xwe,  dikarin lihember hemî astengiyan bisekinin û bervaniyê ji mafên xwe yên rewa bikin û dubare tifaq û aşitiyê ava bikin û ruhê  bihevre jiyanê  di nav tevahiya pêkhateyên resen yên welat de kûr bikin, hevdem bi riya yasayê tevahiya  hewl û  bizavên xwe  dixinkar bo  bervanîkirinê ji  nasname û  doza me ya rewa. 

 

  Hejmarek kesayetiyên rewşenbîr, çalakvan û kesayetiyên ola Êzidî  li Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket