Parlemanterên Yunanê daxwaza bijenosîdnasandina enfal û Helebçê dikin

kurdistani 08:45 PM - 2013-05-23
Parlemanterên Yunanê daxwaza bijenosîdnasandina enfal û Helebçê dikin

Parlemanterên Yunanê daxwaza bijenosîdnasandina enfal û Helebçê dikin


Îro 23/5, di rûniştinek asayî ya ola parlemana Yunanê de çend parlemanterekî fraksyonên cuda bi awayekî dûrûdirêj behsa meseleya li ser enfal û Helebçê kirin.
Çar parlemanterêm Yunanê bi fermî û bi nivîskî û vekolînek berfereh behsa wan tawanên  ku derheqê gelê Kurd de li başûrê kurdistanê hatine encampdan kirine, li dawiya goftûgoyan û nivîsên xwe de daxwaz li serokayetiya parlemanê û wezîrê derve yê Yunanê kirin ku yasayek taybet serbaret bi fermî nasandina jenosîda kurd bikin û amadekarî jî bow ê meseleyê bête kirin.
Ev hewle bi rêya komîteya rêxistinî ya li Yunanê a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parlemana Yunanê hatiye dayîn  û ev çend heyvin kadirên YNK`ê bi hemû şiyana xwe wê hewlê didin û piştî çendîn car kombûn û axaftin li gel parlemanteran derbarê tawanên derheqê gelê Kurd hatiye kirin hatiye.
Komîteya Yunan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di hewla wê yekê de ye ku berdewam be li gel rêxistinên dostayetî û hevkariya Yunanî – kurdî bo pêşvebirina vê babetê li parlemana wî welatî de.

PUKmedia/Yunan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket