Hêroxan îmzeya xwe bo azadkirina Ocalan avêt

kurdistani 07:03 PM - 2013-05-23
Foto: snnc.org

Foto: snnc.org

Îro pêncşeme 23/5, li bajarê Silêmaniyê desteya kampîna komkirina îmzeyan bo azadkirina Ocalan serdana malbenda yek a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kirin û ji aliyê xatûn Hêro Îbrahîm Ehmed ve hatin pêşwazî kirin.
Tora nûçeyan a Silêmanî (SNN) belavkiriye ku, xatûn Hêro Îbrahîm Ehmed ji aliyê xwe ve kêfxweşiya xwe beramber bi gava kampînê anî ziman, û hêvî xwest ku ew bikarin bi wê kampînê rêberê zîndankirî yê Partiya Karkerên Kurdistanê li girava Îmraliyê Abdulah Ocalan bê azad bikin.
Hêjayî gotinê ye ku armanca kampînê komkirina 5 milyon îmze ye û yek milyon li başûrê Kurdistanê dê bêne komkirin û piştre jî ew îmze ta arasteyî Yekîtiya Ewrupayê têne kirin û ew kampîne jî ta 15/8/2013`an berdewam dibe.

PUKmedia/snnc.org

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket