PUKmedia, nûtirîn zanyarî libarê tendirustiya Serok Talebanî belav dike

kurdistani 06:49 PM - 2013-05-23
Serok Mam Celal li Almanya

Serok Mam Celal li Almanya

Dr. Necmedîn Kerîm radighîne ku serokê tîma pizîşkî yê Serok Mam Celal jêre ragihandiye ku, rewşa tendirustiya Mam Celal zor başe û piştî temambûna çareseriya wî, vedigere welat.
Parêzgarê Kerkûkê û rêpêderê pizîşkî bo daxuyaniyan libarê tendirustiya Serok Talebanî Dr. Necmedîn Kerîm bi daxuyaniyeke taybet ji PUKmedia`yê re got: “Îro 23/5/2013`an, min peywendî bi serokê tîma pizîşkî yaku çareseriya Serok Talebanî dikin kir û libarê tendirustiya Serok Talebanî ji min re ragihand ku, rewşa tendirustiya Serok Mam Celal zor baş bûye, û li gor çend rojên berê ku wêneyê wî hatiye belavkirin, niha tendirustiya Mam Celal guherînek zor bi xwe ve dîtiye û zor baştir bûye.”
Dr. Necmedîn Kerîm got: “Serokê tîma pizîşkî ev jî ji min re got ku piştî temambûna çareseriyê, Serok Talebanî vedigere welat û dikare karê xwe berdewam bike.”

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket