Êranê: Kurtejiyana namzetên hilbijartina serokomariyê
kurdistani 04:18 PM - 2013-05-22
Êranê: Kurtejiyana namzetên hilbijartina serokomariyê
Kurtejiyana ew 8 kesên ku xwe jibo kursiya serokomartiya komara îslamî ya Êranê berbijêr kirine hatiye ragihandin.
Encûmena çaksaziya desturê ya komara îslamî ya Êranê roja 21/5/2013`an piştî deh roj li xweberbijêrkirina 686 kesan bo hilbijartina serokayetiya komarê, nave 8 kesan weku namzetên dawî ji aliyê wezareta navxwe yê komarê ve bi fermî hatin ragihandin.
Ew 8 kes jî ku jibo tejîkirina kursiya xola 11`emîn a serokayetiya komara Êranê dikevin kibrikiya hilbijartinan ji navên ku em li jêr datînin pêkhatiye:
1- Gulam Elî Hedad Adil: Jidayîkbûyê heyva 5/1945 li Tehranêye, sala 1979 di destpêka serkeftina şoreşa îslamî ya Êranê bûye cîgirê wezareta ferheng û di nava salên 1982 ta 1993 cîgirê wezîrê perwerdeyê bûye, her weha di sala 1995`an ve û heya niha serokê navenda ferhengiya ziman û wêjeya Farsî bûye. Hedad Elî di 13`e salan de, di xolên 6,7,8 û 9`an de nûnerê xelkê bajarê Tehranê bû li parlemana Êranê û di xola 7`m ya parlemanê de serok parleman bû, her weha di 2008`an rawêjkarê bilind yê rehberê şoreşa îslamî ya Êranê bûye.
2- Seîd Celîlî: Di sala 1965`an li bajarê Meşhedî a li rojhilata Êranê jidayîkbûye, xwediyê bawernameya diktoraya zanistiya siyasî li zankoyê Îmam Sadiqe û şarezayê zimanên Erebî û Ingilîzî ye, di şerê Êraq – Êranê de beşdar kiriye û lingekî xwe ji dest daye.
Celîlî sala 1989`an li wezareta derve ya Êranê hatiye damezrandin û sala 2001``an de li nivîsgeha rehberê şoreşa îslamî de kar kiriye û çendîn sal weku berpirsê karûbarê rojane yê wê nivîsgehê kar kiriye , niha jî sekreterê encûmena asayîşa netewî ya Êranê ye û berpirsê şanda danûstandinên Êranê li gel welatên 5+1 bo çareseriya weyrana etomî ya Êranê ye.
3- Elî Ekber Wîlayetî: sala 1945 li navçeya Şamîran li Tehranê jidayîkbûye, bawernameya pizîşkî ya zarokan heye û bawernameya pizîşkî li zanîngeha Can Hapîkînzî ya Emerîka wergirtiye û niha jî di karê pizîşkî de berdewame û serokê nexweşxaneya Mesîh ya danşwerî ya tehranê ye.
Piştî serkeftina şoreşa îslamî, demekê cîgirê wezîrê tendirustiyê bû di xola yekem a parlemanê de bû nûnerê xelkê tehranê û pitre jî 16 salan wezîrê derve yê Êranê bû, Wîlayetî di sala 1997`an ve weku rawêjkarê rehberê şoreşa îslamî di karûbarê navdewletî hatibû destnîşan kirin.
4- Mihemed Baqir Qalîbaf: Di sala 1961`an de li Meşhed ji dayîk bû, piştî destpêkirina şerê Êraq û Êranê di temenê 18 saliyê de beşdarî wî şerî kir û di wî şerî de çendîn sal fermande bû sala 1994`an bû bi berpirsê navendî ya avadaniya xatemilenbabî artêşa pasdaran û di sala 1997`an de bi fermana rehberê şoreşa îslamî bû bi fermandeyê hêzên asmanî ya artêşa pasdaran, piştre jî di sala 2000`an de bi fermana crehberê şoreşa îslamî bû bi fermandeyê polîsê Êranî û di sala 2005`an ve serokê şaredariya Tehranê ye.
5- Muhsin Rezayî: sala 1954`an li parêzgeha Xozistanê ji dayîk bûye, sala 1981`an bûye fermandeyê artêşa pasdaran û di sala 1997 ve ta niha sekreterê encûmena berjewendiyên komara îslamî ya êranê ye..
6- Mihemed reza Arif: Di sala 1951`an li bajarê Yezid ji dayîk bûye, sala 1970`an piştî wergirtina bawernameya diktora ya kareba li Emerîkayê vegeriyaye Êranê, di navbera salên 1994 ta 1997`an serokê zankoya Tehranê bûye, di salên 1997 ta 2000 jî wezîrê gihandinê bûye û di sala 2001 ta 2005 cîgirê yekem yê serokomar bûye.
7- Hesen Ruhanî: sala 1948`an li bajarê Sorxe jidayîk bûye, di sala 1999`an endamê encûmena pisporan a komarê bûye û di sala 1991`an endamê encûmena berjewendiya komara îslamî bûye, her weha di navbera salên 1989 bo 2005`an de jî sekreterê encûmena asayîşa netewî ya Êranê bûye.
8- Mihemed Xerezî: Sala 1941`an li Îsfehanê ji dayîk bûye di serdema serokwezîr Mîr Hisên Mosewî de wezîrê neftê bûye û di serdema serokayetiyserokomar HaşimîRefsencanî de wezîrê gihandinê bû.
PUKmedia: Pişka nûçeyan li nivîsgeha ofîsa Tehranê
hewal ziyatr
-
Îraqê 145 haletên vegirtina taya xwînberbûnê tomarkirine
03:28 PM - 2026-06-09 -
Helîkopreke Amerîkî li nêzîkî tengava Hormizê kete xwarê
11:08 AM - 2026-06-09 -
Nirxê petrolê dadikeve
09:44 AM - 2026-06-09 -
Parêzgarê Hesekê û Hikûmeta Şamê vegera koçberan gotûbêj dikin
10:13 PM - 2026-06-08
zêdetir tamaşe bike
Omer Şêxmûs: Kurd çavkaniya aştî û aramiya herêmê ne
02:36 PM - 2026-06-09
Trump: Îsraîl dê careke din bi Îranê re şer neke
09:10 AM - 2026-06-09
Qubad Talebanî: Pêşketin û geşedan bê beşdariya ciwanan çênabe
08:35 PM - 2026-06-08
Serok Bafil: Hewldanên YNKê ji bo dûrxistina aloziyane
03:35 PM - 2026-06-08
zortrin xwendraw
-
Parêzgarê Hesekê û Hikûmeta Şamê vegera koçberan gotûbêj dikin
Kurdistan 10:13 PM - 2026-06-08 -
Silêmanî li Foruma Delfî siyaset û aborî gotûbêj kir
Rêportaj 03:24 PM - 2026-06-08 -
Cîgirê Serokê Herêmê pêşwazî li Şêwirmendê Leşkerî yê Brîtaniya kir
Kurdistan 05:09 PM - 2026-06-08 -
Qubad Talebanî: Pêşketin û geşedan bê beşdariya ciwanan çênabe
Kurdistan 08:35 PM - 2026-06-08 -
Serok Bafil: Hewldanên YNKê ji bo dûrxistina aloziyane
Kurdistan 03:35 PM - 2026-06-08 -
Peyamên Serok Bafil û Qubad Talebanî ji bo koça dawiya Helkewt Ezîz
Kurdistan 04:46 PM - 2026-06-08 -
Qubad Talebanî: YNK di asta navneteweyî de pêgehek bihêz heye
YNK 06:28 PM - 2026-06-08 -
Omer Şêxmûs: Kurd çavkaniya aştî û aramiya herêmê ne
Kurdistan 02:36 PM - 2026-06-09



.png)


Aplîkêşin

