Hozan Efrînî: "Apê Ubêdo mîrxasekî Tileran û Tilhasilî bû"
kurdistani 10:16 AM - 2013-05-21
Apê Ubêdo mîrxasekî Tileran û Tilhasilî bû
Dema ku mirov hinek li dîroka mirov û kesayetiyên xwedî rol û girîngî temaşe dike, gelek ew kesên ku xwediyê rolên erênî û lehengî tên bîra mirovan.
Di destpêka sala 1993`an, ez bi armanca kar û xebata neteweyî çûm bo serdana navçeya Sefîrê ku li wê navçeyê, gelek gundên Kurdan hene û dîroka wan gundan vedigere bo sedsala borî ku ji dest zulim û zora neyarên Kurd û bi taybet desthilata paşverû ya dewleta Tirkiyê û serdemên Osmaniyan, neçar bibûn ber bi navçeyên ku niha tê de dijîn ve birevin û akincî bibin.
Min dema ku xelkên wê deverê dît, ez gelek dilgeş bûm ku, serbarî ku ewqas sal di nava Erebên şovanîst û bê têgeh de mane û jiyaneke dijawr jî dijîn, lê wan rastiya çanda neteweyiya gelê Kurd wunda nekirine, pabendiya xwe bi resentiya hemû têgehên Kurdwariyê re hene, naxwazin xwe bi Ereban re bikin neyar, lê ew ti carî ji têgehên Ereban yên şovanîst re nabêjin erê û napejirînin.
Gelê Kurd yên li Tileran û Tilhasil û Kebar û Bilat û TilElemê, xwediyên resentiya kultura Kurdî ne, heya wê demê jî, min cilûbergên jinan yên gelek kevin dît ku tenê ji wan modêlan li Kobanê hebûne. Jinên pîr bi cilûbergên Kurdî û bi kofî hebûn û serfiraz bûn bi cil û kincên xwe.
Min piştî ger û tevgereke baş di nav ciwanên Tileranê de kir, min bîst ku kesekî gelek bihêz û navdar heye û tu kesan li ser xwe napejirîne û xwediyê helwestê rasteqîne ye, lê dema ku min xwest ez wî bibînim, hinekan ji min re got: Eger tu bi ya me bikî, qet xwe lê nemîne û bila te nebîne û serê xwe bi wî re neyîşîne. Min ji wan kesan re got: Keko ez dixwazim hemû kesekî bibînim û ti kêşeyên min yên kesayetî bi ti kes û aliyan re nîne û ez amademe ku biçim cem wî û bila min ji mala xwe biqewitîne û derbixîne.
Lê hinekan jî di wê bare de, ji min re gotin: Weleh eger tu wî qazanc bikî, ew tê wê wateyî ku tu yê hemû navçeyê qazenc bikî. Ji bo wê jî, min hinek hindek bi riya kesên nêza malbata Apê Ubêdo xwe nêzîkî wî kir.
Lê dema ku min xwest serdana wî bikim, min amadebaşiyekî gelek berfereh kir û înca min bernamerêza xwe ji bo serdan û pêşxistina peywendiyan bi nemir Apê Ubêdo re darijt.
Di serî de, min ji dost û neyarên wî pirsyara taybetmendiyên wî yên erên û nerênî kir. Min dîroka malbata nemir û kar û tevgera wî ji hemû alî û kesan kir û piştre, ez ketim tevgerê.
Lê kesên here ku bi min re alîkar bûn jib o hevditina bi nemir re, Ebu Etok û Ebu Elî li TilEranê bûn, Ji min re riya hevdîtinê xweş kirin û taku me serdana mêrxasê Tileran û Tihasilê kir û min ew ji hemû aliyan ve nirxand û şopand ku bi rasti ew keseki dilxwaz û leheng bû.
Tiştê ku min ji nemir Apê Ubêdo naskir, ew bû ku nabe mirov koletiyê ji ti kesan re bike. Mirov ji rêber û serokên gelê xwe re rêz digere û pabend bi kar û xebata wî ya di xizmeta gel û neteweya Kurdî de dibe, lê ew nayê wê wateyê ku mirov xwe bike koleyê kesayetiyan.
Min ji wî naskir ku ew çi dibêje, min jî ji wî re nêrîn û bîr û rayên xwe aşkire kir û min got ez ji bo tekoçna rizgariyê neteweyî hatime navçeya we, eger ti razî nînî ku ez car car serdana te bikim, ne ti kêşeye, em rêz li azadiya remana we digrin.
Wê demê ji min re got: Kurê min, min temenê xwe gişt ji bo nepejirandina koletî û serxweriyê derbas kir û ez ti carî napejirînim ku tu vê gotinê ji min re bikî, ji ber ku tu ji bo berjewrndiyên malbatî û kesayetî teng nehatî vê navçeyê, tu jib o min û zarokên min fêr bikî û cane kurdwariyê di mêjkê wan de zindî bikî tu hatiye navçeyê û ez ji nihava ji te re dibêjim ku ev mal mala te ye û mala herkesên bi te û li ser rêbaza ku yê tu tê de yî ji we hemûyan re vekiriye û mala min ne ya mine û ev mala her kesên ku xizmeta Kurdan bike re vekiriye û deriyê min li ser piştê ye.
Ez wê demê gelek digeş bûm ku min rastiya wî dît û min guh neda wan kesên ku dijayetiya wî dikirin û dilgirî jî bûm ku bi rastî mirovekî ewqas xedar û mêrxas û kurdperwer, hîn jî kes hebûn li ser wî ji min re çewt dan nasîn. Lê tiştê her baş ku min yekser bi ya wan kes û aliyên dijayetiya wî dikir nepejirand.
Nemir Apê Ubêdo, di kar û xebata netweyî de, gelek alikarbû, gelek dilsoz bû, gelek mêrxas û xwedî helwest bû. Têgeh û nêrînên wî bervajayî yê wan kesên dijayetiya wî dikirin bû. Bo nimûne, wan ne dixwast ez serdana nemir Apê Ubêdo bikim, lê dema ku min ji nemir Apê Ubêdo pirsyar dikir gelo ez biçim mala filan kesî an na..? Wî yekser ji min re digot, Kuro nabe tu bi vê rengî bikî, ji min nepirse û biçe hemû malan û ewên baş û nebaş qazenc bike, hemû Kuredin û pêwîstiya şoreşan bi rola hemû pêkhatan heye. Eger ez ji te re jî bibêjim nere, tu her biçe û guh nede min û kesên din û ev kar ne karekî kesayetî an jî malbatî ye, ev xebateke Kurdeyetiye û çarenivîsa miletekî pê ve girêdayî ye.
Lê mixabin di dema xebata gerim de, nemir Apê Ubêdo koça dawî kir û nave xwe bi mezintayî ji dîrokê re bi cihîşt, ez ji dil ve dibêjim ku pêwîstiya me bi kesên mina wî heye taku yekrêziya me bê parastin û bihêzkirin.
Ez nêzî salekê li wê navçeyê mam û min bi piraniya alî û kesayetiên cur bi cur re danûstandin kir, min piraniya mal û malbatên wê navçeyê jî serdan kir, Tileran, Tihasil, Kebar, Bilat û TilElemê û kampa Wahayê ku ji bo karmendên fabrîqeya çêkirina çek û teqemeniyan avakirine.
Ezê careke din li ser rastiya gelê me yê welatperwer û xwîngermê kurdwariyê li Tileran û Tihasilê binivîsim û rastiyên wan herdem ji gelê xwe yên navçe û deverên din re şirove û aşkire bikim taku herdem di bîra wan de be ku hejmareke baş ji birayên xwe li devera Tileran û Tilhasilê hene û pêwîstiya wan bi hembêkirina wan heye.
Hêjayî gotinê ye ku Apê Ubêdo Yusif Şemo malbatdare û xwediyê 4 law û 3 keçkaye, nave xanima wî Ayşe Hacî Yusif e û nave lawên wî Mihemed Emîn, Hisên, Ehmed û Îbrahîm, her weha nave hersê keçkên nemir jî, Fatme,Emîne û Meryem e, Apê Ubêdo xwediyê navûbangekî bê wêne Destekî wî jî nebû, lê ew gelek hestyar xedar û çav bi çîk bû, ew agîdê wê navçeyê bû.
Mala wî di navbera Tilhasil û Tileranê de bû, her li ber riya sereke ya diçû bo Sifîrê û Helebê. Cihê wî ya taybet hedrem di bin sêbera dara sinober û merxê de bû. Di dîmen û sîmeta xwe de, peyayekî netirs û wêrek bû, ew xwedî helwest û roleke watedar bû, ew mîrxasekî Tileran û Tilhasilî bû.
Hozan Xelîl Murşid Efrînî
20-5-2013
hewal ziyatr
-
Îraqê 145 haletên vegirtina taya xwînberbûnê tomarkirine
03:28 PM - 2026-06-09 -
Helîkopreke Amerîkî li nêzîkî tengava Hormizê kete xwarê
11:08 AM - 2026-06-09 -
Nirxê petrolê dadikeve
09:44 AM - 2026-06-09 -
Parêzgarê Hesekê û Hikûmeta Şamê vegera koçberan gotûbêj dikin
10:13 PM - 2026-06-08
zêdetir tamaşe bike
Omer Şêxmûs: Kurd çavkaniya aştî û aramiya herêmê ne
02:36 PM - 2026-06-09
Trump: Îsraîl dê careke din bi Îranê re şer neke
09:10 AM - 2026-06-09
Qubad Talebanî: Pêşketin û geşedan bê beşdariya ciwanan çênabe
08:35 PM - 2026-06-08
Serok Bafil: Hewldanên YNKê ji bo dûrxistina aloziyane
03:35 PM - 2026-06-08
zortrin xwendraw
-
Parêzgarê Hesekê û Hikûmeta Şamê vegera koçberan gotûbêj dikin
Kurdistan 10:13 PM - 2026-06-08 -
Silêmanî li Foruma Delfî siyaset û aborî gotûbêj kir
Rêportaj 03:24 PM - 2026-06-08 -
Cîgirê Serokê Herêmê pêşwazî li Şêwirmendê Leşkerî yê Brîtaniya kir
Kurdistan 05:09 PM - 2026-06-08 -
Qubad Talebanî: Pêşketin û geşedan bê beşdariya ciwanan çênabe
Kurdistan 08:35 PM - 2026-06-08 -
Serok Bafil: Hewldanên YNKê ji bo dûrxistina aloziyane
Kurdistan 03:35 PM - 2026-06-08 -
Peyamên Serok Bafil û Qubad Talebanî ji bo koça dawiya Helkewt Ezîz
Kurdistan 04:46 PM - 2026-06-08 -
Qubad Talebanî: YNK di asta navneteweyî de pêgehek bihêz heye
YNK 06:28 PM - 2026-06-08 -
Omer Şêxmûs: Kurd çavkaniya aştî û aramiya herêmê ne
Kurdistan 02:36 PM - 2026-06-09



.png)


Aplîkêşin

