Hikûmeta Herêmê: Dahata geştyariyê 650 milyon dolare

kurdistani 09:54 AM - 2013-05-20
Hikûmeta Herêmê: Dahata geştyariyê 650 milyon dolare

Hikûmeta Herêmê: Dahata geştyariyê 650 milyon dolare

Duh 19/5/2013`an, roja yekşemê, civata aboriya Kurdistanê, bi serpereştiya Serokê Hikûmeta Herêma kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna cîgirê serokê hikûmetê Îmad Ehmed, civiya û di civînê de rewşa geştiyarî li herêma Kurdistanê nirxandin.
Di civînê de raporek li ser rewşa geştyariyê li Herêma Kurdistanê hat pêşkeş kirin  û di raporê de mîkanîzma pêşxistina warê geştyariyê li Herêma Kurdistanê û cîbicîkirina stratejîya pêşxistina wê hatibûn diyar kirin.
Di raporê de hatibû amaje bi wê yekê hatibû kirin ku , ji sala 2007ê heta sala 2012ê nêzîkî 2 milyon 200 hezar geştyaran serdana Herêma Kurdistanê kiriye ku dahata wê gihîşte 650 milyon dolar.
Plana warê geştyariyê jî di raporê de hatibû diyar kirin û li gor wê planê ku, ji du qonxan pêk tê, qonaxa yekem heta sala 2015ê û qonaxa duyem jî heta sala 2025 ye. Li gor planê heta sala 2025ê Kurdistanê dibe yek ji welatê geştyarî li ser astê cîhanê.
Borseya Hewlêrê mijarek din a civînê bû û beşdarên civînê bi dûrûdirêjî minaqeşe li ser qonaxên cîbicîkiirna pirojeyê borseyê kir û ew pêngavên heta nuha ji bon vê pirsê hatine avêtin bilind hatin nirxandin.
Civînê tekez li ser wê yekê kir ku, ji bona birêvebirina borseya Hewlêrê û destbikarbûna wê hevahengî digel çend kompaniyên amerîkî û navdewletî û bi tyabetî hevahengî digel borseya Îraqê jî hatiye kirin.  Borseya Hewlêrê bi sîstemeke elektironî a modern wek sîstema borseyên cîhanî hatiye amade kirin û  borseya Hewlêrê dê bi borseya Êraqê û borseyên cîhanê ve bê girêdan.
Damezrandina kopmaniya xwedî par mijareke din a civînê bû û civata aboriya Kurdistanê tekîd li ser wê yekê kir ku, hebûna kompaniya xwedî hise li Herêma Kurdistanê û hebûna para hevwelatiyan bi taybetî di kompaniyên mezin de dê sûdeke mezin bo aboriya Herêma Kurdistanê hebe û dê bibe sedemê dirustbûna baweriyê û beşdariya hevwelatiyan bi awayekî rasterast di avakirina aboriya welêt de û dê roleke mezin di vejandina aborî û bikaranîna sermayeyê hevwelatiyan de bilîze.

PUKmedia/KRG

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket