Zanîngeha Mûşê Ji bo Beşa Zimanê Kurd Xwendekaran werdigre

kurdistani 02:37 PM - 2013-05-16
zanîngeha Mûşê

zanîngeha Mûşê

Zanîngeha Mûşê  a Alparslanê  ji bo sala xwendinê ya 2013- 2014 bo beşa Zimanê Kurd û Wêjeyê xwendekaran werdigre.
Zanîngeha Mûşê a ku berê zimanê kurdî weku dersên bijartî dida û bi dersên çand û zimanê Kurdî dest pêkribû, xebata xwe a ji bo zimanê Kurdî her diçe berferh dike, û bi ser kolîjeya Huner û wêjeyê de beşa zimanê Kurdî û wêje`yê vekir, Rektorê Zanîngeha Mûşê Prof. Dr. Nîhat Înanç li ser vê yekê axivî û got: Em bi taybetî ji bo ku daxwazên gel re bersivdarbine , di xebatên xwe de em berdewamine.
Înanç wiha dewam kir: Me berê di zanîngeha xwe de dersa zimanê Kurdî, weke derseke bijarte dida. Em niha jî didin. Di dawiyê de me xwendekarên lisansa bilind ya bêtez girt. Me îsal jî bi 2 ezmûnan xwendekarên lisansa bilind a bi tez û bê tez girt. Di sala 2013an û 2014an de jî ji bo beşa Zimanê Kurd û wêjeyê em ê xwendekaran bigirin. Xwendekarên me bi dilrehetî dikarin Zanîngeha Mûş a Alparslanê hilbijêrin û xwe li beşa Zimanê Kurd û Wêjeyê qeyd bikin./ xeberên Kurdî /
PUKmedia / ajans /

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket