Sûrên derbenda Baziyanê hate vekirin

kurdistani 04:43 PM - 2013-05-09
Sûrên derbenda Baziyanê hate vekirin

Sûrên derbenda Baziyanê hate vekirin

Îro 9/5/2013`an, bi amadebûna Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed û wezîrê rewşenbîriyê Dr. Kawa Mehmud û parêzgarê Silêmaniyê tevî birêveberiya giştî ya şûnwarên herêmê û hejmarek berpirsên hikûmî û hizbî û cemawerî bi rêûresmekê sûrên derbenda baziyanê hate vekirin.
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed bi gotarekê amaje bi giringiya parastina şûnwarên dîrokî kir û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi giringî li erkê birêveberiya şûnwaran dinêre û li gel birêz serokê Hikûmetê Nêçîrvan barzanî û encûmena wezîran goftûgo kiriye jib o ku birêveberiya şûnwarê herêmê bigrin dest û li parlemana kurdistanê yasayek taybet bi desteya şûnwar di ware qanunî ve bê pesend kirin.”
Îmad Ehmed got: “Sûrên derbenda Baziyanê û Berdeqehremanê beşekin ji dîroka tejî serweriya gelê me ye û giringiyekî xwe a pir heye û her time evder cihê berengarbûn û berxwedanê bûne li dijî dijminan û ji bilî wê jî bi egera birîndarbûna Melîk Mehmud berxwedana li hemberî hêzên dagirker li vî cihî bûye sembolek bo şoreşên li peyhev yên gelê me.”
Li dawiya gotara xwe de cîgirê Serokê Hikûmeta herêmê dilniya kir ku Hikûmeta Herêmê berdewam dê piştevaniya xwe bo zîndîkirina û nûkirina hemû şûnwarên herêma Kurdistanê hebe.

PUKmedia/Herdî Ebubekir - Baziyan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket