Salih Muslim: Bêyî lihevhatinek siyasî petrol nayê firotin

kurdistani 04:47 PM - 2013-05-05
Salih Muslim: Bêyî Lihevhatinek Siysî Betrol nayê firotin

Salih Muslim: Bêyî Lihevhatinek Siysî Betrol nayê firotin

Piştî ku di ragihandinên cîhanê û bi taybet yên Ereban de, derbarê firotina petrola ku di jêr destê Kurdan de jî xistine ber bes û gotûbêjan û gelek kirin mijar û rojev, di aliyê xwe de,Rojnameya El-Haeyat a Londunê hevdîtineke taybet bi endamê Desteya Bilind A Kurd û hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) saz kir û ev ê li xwerê jî naveroka wê hevpeyvînê ye:
Rojnameya El-Haeyat a lundunê, derbarê geşdayînên dawî li Suriyê û Roavayê Kurdistanê, bi hevserokê Partiya Yekîtiya Demuqratîk (PYD) Salih Muslim re hevpeyvînek lidar xist. Muslim di hevpeyvînê de diya kir ku ew bêyî lihevhatineke Siysî bi beşên din ên opozisyonê re pêk neyê û bêyî nskirina mafên Kurdan,dê  rê nadin firotina Betrola Sûriyê. Mislim got ku 15 hezar şervanên YPG’ê bi perwerde û rêxistinin herêmên Kurdî diparêzin.
Mislim di bersivên xwe de diyar kir ku tu pirsgirêkên wan bi Desteya Bilin a Kued re tuneye. pirsgirêk û nakokî  di nav Encûmana Niştimanî a kurd de heye, herweha destnîşan kir ku Meclisa Glê a Rojava ji bo Hewlêrê hatiye vexwndin û şandeyeke meclisê wê ji bo ravekirna têkiliyên di navbera herdû meclisan de her Hewlêr. Mislim got :"Li ser partiya azadî di dadgehê de doz hatiye vekirin, lewma em hûbûna wan di Desteya bilind de na pejirînin".
Di derbarê pirsa ku, hêzên rejîmê xwe ji herêmên bakur û rjhilatê Suriyê kişandine û rê dane ku herêm têkeve destê YPG’ê de Muslum got:" hêzên rejîmê ne bi dilê xwe, dibin zextê de vekişiyane", Muslum diyar kir ku hêzên YPG’ê bi eşîrên herêma bakur rojhilat re ketine têkiliyan û diyar kirine ku YPG’ê dê hemû pêkhateyên herêmên biparêzin û li dijî rejîmê derkevin  û got: ‘’ ji bo rêvebirina herêmê, komîteyên hevbeş hatine avakirin û şerê me bi rejîmê re ye, ne bi eşîran re".
Di derbarê biryara Yekîtiya Ewrupa ya kirîna betrola Sûryê, Mislim got ku 60% betrola Suriyê di bin deshilata  YPG’ê de ye û biryara firotinê di destê Desteya Bilind a Kurd de ye.
Muslim derbarê çareseriya nakokiyên li Suriyê de desnîşan ki ku rêbazên tundiyê bi ser neketin tişta ku niha dibê ne têkoşîna ji bo demokrasiyê ye, lê belê bûye şerê ji bo desrhilatê ye, çareserî wê siyasî bê, bi lihevhatineke navneteweî, herêmî, li ser rêbazên aştyane wê çareserbibe.(kn/ie)
PUKmedia. ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket