Pirtûka Hîkeyeta Refrendomê
Photo Gallery 01:51 PM - 2018-10-16
Merasîma nasandina pirtûka Refrendomê birêve çû
Merasîma nasandina û dabeşkirina pirtûka Hîkeyeta Refrendoma Başûrê Kurdistanê birêve çû.
Îro roja sêşemê 16-10-20 demjimêr 10-30 pêş nîvro bi amadebûna hejmarek ji nivîskar û rojnamevan û kesayetiyên siyasî û wêjeyî, merasîma dabeşkirin û nasandina pirtûka Hçkeyeta Refrendomê di keftiryayê Emne Soreke ya li bajarê Silêmaniyê de birêve çû.
Di destpêka merasîma nasandina pirtûka Hîkeyata Refrendoma 25-9-2017`an de, sekreterê liqa Sendîkeya Rojnamevanan ya Kurdistanê Karwan Enwer di gotara xwe de, amaje bi wê yekê kir ku heya niha dîroka kurd bi nivîsa me nehatiye nivîs û dîroka kurd tenê bi axivtin û peyvandinî bû ye û heya îro jî her we ye.
Skreterê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê Karwan Enwer di dirêjahiya axivtina xwe de, destnîşankir ku pêwîste di Kurdistan de, girîngî û piştgirî li dîroka nivîskî bê dayîn.
Piştî gotara rojnamevan Karwan Enwer, nivîskar û lêkolîner û nivîskarê pirtûka Hîkeyata Refrendomê Sertîp Cewher jî di gotina xwe ya bixêrhatina mêvanan û nasandina pirtûka xwe ya bi navnîşana Hîkayeta Refrendomê, amaje bi wê kir ku ew gotin û nêrînên derbarê refrendoma 25-9-2017`an hatine kirin, tev komî hev kiriye û pirtûkek jê çap kiriye.
Di gotara xwe de, nivîskar Sertîp Cewher amaje bi wê yekê dike ku bi belgeh diweşêne ku çawa ew welatên mezin û xwedî bandor ligel bîrdoza refrendomê nebûne û ji serkedeyetiya kurd daxwazkirine ku hişyar bin û nekin û bi taybetî ji rêvebirên karûbarê refrendomê ew daxwaza pêşkêîş kiribûn.
Piştre jî, amadebûnan û mêvanan nêrîn û helwestên xwe derbarê refrendom û pirtûkê de anîn ser ziman.
Hêjayî gotinê ye ku Pirtûka Hîkeyeta Refrendomê ji aliyê nivîskar û lêkolînerê kurd Sertîp Cewher ve hatiye sernivîs ku di wê pirtûkê de, hevpeyvînên taybet bi mijara refrendomê ligel hejmarek ji serkirdeyên siyasî û leşkerî ku di nava buyerên refrendomê de bûne pêkhatiye ligel hejmarek ji belgehên li ber çav ku diselmîne tiştên veşartî yên rastiya refrendomê derdixe hole.
PUKmedia-Taybet
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Mirina çend endamên komeke çiyageran em hemû xemgîn kir
10:53 PM - 2024-05-03 -
Qubad Talebanî: Parastina azadiya çapemeniyê yek ji prensîbên min a siyasî ye
03:20 PM - 2024-05-03 -
Asayîşê dest danî ser kargeheke çêkirina madeyên hişber
06:08 PM - 2024-05-02 -
Rêveberiya Dijî Terorê girtina terorîstekî DAIŞê radigihîne
11:14 AM - 2024-05-02
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil li Bexdayê ye bo hevdîtinê bi Mihemed Şeya Sûdanî re
Kurdistan 02:07 PM - 2024-05-03 -
Salvegera bombebarankirina Goptepe û Esker
Kurdistan 12:07 PM - 2024-05-03 -
Serok BafIl û Sûdanî: Divê qanûn bibin bingeh derbaskirina kêşeyan
Kurdistan 04:04 PM - 2024-05-03 -
Qubad Talebanî: Parastina azadiya çapemeniyê yek ji prensîbên min a siyasî ye
Kurdistan 03:20 PM - 2024-05-03 -
Serok Bafil û Helbûsî: Parastina jiyana xelkê û aramkirina welat
Kurdistan 06:55 PM - 2024-05-03 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 26 milyar dînar e
Aborî 11:47 AM - 2024-05-03 -
Qubad Talebanî: Mirina çend endamên komeke çiyageran em hemû xemgîn kir
Kurdistan 10:53 PM - 2024-05-03