Malbata şehîd Wîdad Hisên: Wateyek kûr ya Monomênta Parêzerên Rastiyê heye

Kurdistan 11:39 AM - 2024-09-17
Kongra rojnamevanî ya Azad Hisên birayê rojnamevana şehîd Wîdad Hisên PUKMEDIA

Kongra rojnamevanî ya Azad Hisên birayê rojnamevana şehîd Wîdad Hisên

Malbata şehîd Wîdad Hisên li Silêmaniyê dibêje: Wate ya Monomênta Parêzvanên Rastiyê ji aliyê malbatên rojnamevanên şehîd ve girîngiyek e xwe ya kûr û mezin heye û ew rûmetek e mezin e ji bo bajarê Silêmaniyê.

Azad Hisên birayê rojnamevan şehîd Wîdad Hisên ji Duhok`ê hat bajarê Silêmaniyê û di kongreyeke rojnamevaniyê de li Monomênta “Parêzvanên Rastiyê” ragihand ku şehîd Wîdad li taxa Malta ya bajarê Duhok`ê di nava rojê de li ber çavên xelkê hat revandin û piştre jî hat şehîdkirin.

Azad Hisên birayê rojnamevanê şehîd Wîdad Hisên got: Em destxweşiyê li xwedanê hizir û danîna Monomênta “Parêzvanên Rastiyê ” dikin, û Silêmanî di warê azadî, şoreş û çandê de xwedî girîngiya xwe ye, em hêvîdar in dengê rastiyê ji Silêmaniyê bigihêje her derekê.


Aşkere jî kir ku Monomênta "Parêzvanên Rastiyê" ji aliyê malbatên her 551 şehîdan ve ku navên wan li vir hatine tomarkirin, xwedî wateyek kûr û girîngiyek e mezin e, lewra em spasiya xwedanê bîr û ramanê û kesên ku di wê de rola xwe dîtin e dikin.

Malbata Şehîd Wîdad Hisên: Monomênta Parêzvanên Rastiyê ji bo Silêmanî rûmetek e mezin e

Hevdem, Azad Hisên birayê rojnamevana şehîd Wîdad Hisên di daxuyaniyekê de ji bo malpera fermî yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) PUKMEDIA re ragihand: Monomênta Parêzvanên Rastiyê ji bo Silêmaniyê rûmeteke mezin e, ku monomênta şehîdên rojnamevan yên tavaya herêm û Êraq`ê li Silêmaniyê ye;û em destxweşiyê li xwedanê vê bîr û hizira ciwan dikin.

Birayê rojnamevana şehîd Wîdad Hisên Azad Hisên got: Em weke malbata rojnamevanekî şehîd kêfxweş in bi hebûna monumêntek e bi vî awayî, ku ew vê rastiyê nîşan dide ku Silêmanî bajarê rewşenbîrî û azadiya ramanê ye.

Parêzvanên Rastiyê çêroka şehadeta 551 rojnamegeran vedibêj in

Parêzvanên Rastiyê li Silêmaniyê çêroka şehîdbûna 551 rojnamevanan vedibêj in ku li seranserî Êraq û Herêma Kurdistan`ê ji bo ragihandina rastî û agahiyan; canê xwe bexşîn e; navên wan qurbaniyan di monomênta Parkê Azadî de hatine xêzikirin; ku ewê her zindî bimîn in; ev monomênt bîr û hizira Cîgirê Serok Wezîran Qubad Talebanî ye;ku ji bo vê proje gelek lêkolîn û kar pêwîst  bûn; lewra tîmek e taybet zêdetirî 18 heyvan bi wî karî ve mijûl bû jiber ku pêwîstiya wan bi zanyariyên 19 parêzgehan hebûn.

Rojnamevana şehîd Wîdad Hisên yek ji wan 551 şehîdan e ku navê wî di monomênta Parêzvanên Rastiyê de hatiye tomarkirin; ku roja 13`ê Tebax ya sala 2016 an li bajarê Duhok`ê hatibû revandin û piştî derbazbûna 2 demjimêran li ser revandina wî; ew bi birîndarî li ser riya di navbera Sêmêl`ê û Duhok`ê de hatibû dîtin; ku li ser laşê wî nîşaneyên elektrîk, kêr û êşkenceyên giran hebûn; û beriya gihandina wî ji bo nexweşxaneyê canê xwe di rê de ji dest dabû.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket