Parlemena Corciya dixwaze têkiliyên xwe bi YNKê re xurt bike

Kurdistan 09:22 PM - 2024-08-14
Berpirsê Komîteya Peywendiyên Derve ya Parlamena Corciya Nikolaz Samkaharadze PUKMEDIA

Berpirsê Komîteya Peywendiyên Derve ya Parlamena Corciya Nikolaz Samkaharadze

YNK

Komîteya Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Corciya daxwaza welatê xwe ji bo avakirina peywendiyan ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê weke hêzeke bibandor li Êraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.

Berpirsê Komîteya Peywendiyên Derve ya Parlamena Corciya û endamê mekteba siyasî ya Awatî Corciya Nikolaz Samkaharadze kêfxweşiya xwe ji bo yekemîn konferansa Kurdên Qefqazê û serdana şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bo Corciya nîşan da.

Herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku welatê xwe dixwaze peywendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê weke hêzeke bibandor li Êraq û Herêma Kurdistanê zêdetir bihêz bike.

Şanda YNKê bi serokatiya endamê Serkirdayetiyê Seler Serhed Xelîfe Yûnis û Serokê komîteya Pêwendiyên Derve li Parlamentoya Corciya û Endamê Mekteba Siyasî ya Awatî Corciya Nicholas Samkaharadze hêvî xwest ku Corciya di asteke bilind de peywendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê û YNKê bihêztir bike.

Di dawiya civînê de Seler Serhed Xelîfe Yûnis endamê serkirdayetiyê diyariya YNK pêşkêşî Nicholas Samkaharadze kir.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket