Dije Teror û Pêşmergeyên YNK`ê Hewlêr parastin û Mexmûrê rizgar kirin

Kurdistan 01:51 PM - 2024-08-10
Mexmûr PUKMEDIA

Mexmûr

Beriya 10 salan hêzên Pêşmerge û Dije Teror ya Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) di dastanekê de Mexmûr ji destê terorîstên DAIŞ`ê rizgar kirin û Hewlêr ya paytexta herêmê jî ji dagîrkirinê parastin û ew xelkê ji tirsa DAIŞ`ê Hewlêr bi cih hêlabûn vegeriyan warên xwe, Dije Terorê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku ji parstina Zaxo heya Xaneqîn û ji Kubaşî heya Kobanê dije teror xwe bi berpirsyartiya xwe dizane.

Dije Teror: Me Yekem şikandina terorîstan li Mexmûr`ê dest pê kir

 Rêveberayetiya Giştî ya Dije Teror ya Kurdistan`ê ( CTG) di daxuyaniyekê de ku kopiyek ji wê ji bo PUKMEDA hatiye şandin têde amaje bi wê yekê dike ku beriya 10 salan tenê di çend rojên derbazbûna li ser girtina Şengal`ê  û vekirina sengeran di rûyê terorîstên DAIŞ`ê de û valakirna çendîn nevçeyan bi bê berevanî û dirustbûna metirsiyê li ser bajarê Hewlêr ya paytexta Herêma Kurdistan`ê , hêzên Rêveberayetiya Giştî ya Dije Terorê bûn mertalek polayî ji bo parastina paytexta Herêma Kurdistan`ê û Rimeke tîj di rûyê terorîstên DAIŞ`ê de ku dikarîn di dema demjimêrek û 30 deqeyan de Mexmûr`ê ji terorîstan paqij bikin.

Eşkere kir ji ku wek serok Bafil Celal Talebanî amaje pê kiriye, bi tenê bi 88 Pêşmerge yên Dije Terorê wan dikarîn Mexmûr`ê azad bikin; ku ew rêxistina terorîstî li ser destê kurên Dije Terorê li sinorê axa Kurdistanê tûşî şikestinê bûn; di demekê de ku ew rêxistin ji têkşikndina aratêşên 2 welatan vegeriya bû.

Di daxuyaniya Dije Terorê de hatiye: parastina Zaxo heya Xaneqîn`ê û ji Kubaşî heye Kobanê, Dije Teror xwe bi berpirsyar dizane, li hemberî axa Kurdistan`ê û dastan û çêrokên vê hêzê şahidiyê vê yekê didin.

 Hêzên PDK`ê Mexmûr çol kirin

Li gorî ew tomarên video yên hatine belavkirin hêzên Partî Demokrat ya Kurdistan`ê (PDK) Mexmûr çol kirin û metirsiyeke mezin ji bo Mexmûr û Hewlêr`ê dirust kirin, xelkê Hewlêr û Mexmûrê ji tirsa selametiya canên xwe deverên xwe yên akincîbûnê çol kirin.

Jiber lewaziya ew hêza ku serpereştiya mîhwera Mexmûr`ê dikir dagîkirina wê qezayê ji aliyê DAIŞ`ê ve pêşbînîkirî bû, lê  hêzên dije terorê wek yekem hêz çûn nav Mexmûr`ê û rû bi rûyê DAIŞ`ê bû û ew qeza paqij kirin, û Hewlêr jî ji metirsiyê parastin.

Reşad Gelalî, Cîgirê melbenda 20 ya Rêxistina Qereçox yê Yekîtî ku ya wê demê bû û berpirsê komîteya rêxistina Mexmûr`ê bû, di daxuyaniyekê de bo malpera fermî yê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) PUKMEDIA ragihand ku dagîrkirina Mexmûr`ê ji aliyê DAIŞ`ê ve û çolkirina wê bi bê teqekirin pêşbînîkirî bû, ji ber ku ew hêza wê demê nedikarî akinciyên wî sinorî biparêze.

Bi dagîrkirina Mexmûr`ê metirsî li ser Hewlêr`ê dirust bû, lewra daxwaza hevkariyê ji Dije Teror ya Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) hat kirin ku hêzekê rê bikin Mexmûr`ê daku bikaribin wê qezayê ji terorîstên paqij bikin; û Hewlêr`ê jî ji wê metirsiyê dûr bixin, ji ber vê çendê Dije Teror wek yekem hêz çû nav Mexmûr`ê û rû bi rûyê DAIŞ`ê bû.

Roja 07-08-2014 an terorsîtên DAIŞ`ê hêrişî qezaya Mexmûr`ê kirin û ew dagîr kirin; piştî derbazbûna 72 demjimêran roja 10-08-2014 an hêzên Dije Teror ya (YNK) û Pêşmerge û Asayîş di heyama demjimêrek û 30 deqeyan de qezaya Mexmûr`ê ji terorîstên DAIŞ`ê paqij kirin û  terorsît ji wê deverê derxistin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket