Dije Teror : DAIŞ li pişt êrîşa li Qeredax`ê ye

Kurdistan 09:39 AM - 2024-08-10
Logoyê Rêveberayetiya Giştî ya Dije Terorê PUKMEDIA

Logoyê Rêveberayetiya Giştî ya Dije Terorê

Derbarê şehîdbûna 2 karmendên Hêzên Asayîşê li bajarokê Qeredax`ê, rêveberayetiye giştî ya Dije Terorê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku, ew çekdar şaneyek ser bi rêxistina terorîstî ya DAIŞ`ê bûn; û amaje bi wê yekê kir ku, heya desteserkirina wan çekdaran lêkolîn derbarê bûyera terorîstî de dê berdewam be.

Naveroka Daxuyaniyê:

Duh roja Înê piştî nîvro li bajarokê Qeredaxê di demekê de ku Hêzên Asayîşê li ser erkên xwe yên asayî bûn li nêzîkî deverek ya şûnwarên wê sinorî, hejmarek çekdar rû bi rûyê hêzên asayîşê bûn, û di encamê de 2 karmendên hêzên asayîşê bi teqeyên wan çekdaran şehîd bûn.

Li gor zanyariyên hatine komkirin ew çekdar şaneyek ser bi rêxistina terorîstî ya DAIŞ`ê bûne; ku bi merema mayîn û xwe veşartinê hatine wê deverê.

Dezgehên ewlekariyê di lêkolînên xwe yên derbarê bûyerê de berdewam in; heya dema desteserkirina wan çekdaran û hevkarên wan, û derbarê her pêşhateyeke nû jî welatî dê bên agahdarkirin.

Rêveberayetiya Giştî ya Dije Terorê

09/08/2024


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket