1577 Aware ji kampên Hewlêr`ê vegeriyan Nînwa û Enbar`ê

Kurdistan 06:30 PM - 2024-08-08
Vegera Awareyan Ragihandina Koç û Koçberan

Vegera Awareyan

Wezîra Koç û Koçberên Êraq`ê ragihand ku zêdetirî 1500 aware ji 4 kampên parlzgeha Hewlêr`ê vegeriyan cih û warên xwe li parêzgehên Enbar û Nînewa got jî : di rojên bê de hejmarek zêdetir ji awareyan dê vegerin cih û warên xwe.

Di kongireyeke rojnamevaniyê de ya Wezareta Koç û Koçberên Êraq`ê ku kopiyek ji wê ji bo malpera fermi yê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) PUKMEDIA ragihand ku roja 07-08-2024 an hezar 577 aware ku ji kampên (Xazir, Hesen şam ,Herşim û Behrikê) yên ku parêzgeha Hewlêr`ê akincî bûn vegeriyan deverên xwe yên li parêzgehên Nînwa û Enbar`ê.

 Li gor daxuyaniyê, ew awareyên ku ji 4 kampan vegeriyane, hevkariyên darayî û mirovî ji bo wan tên pêşkêşkirin û çendîn pêdiviyên din ji bo wan tên dabîn kirin, daku li deverên xwe aram bijîn.

Wezareta Koç û Koçberên Êraq`ê pilaneke giştgîr ji bo bi dawîkirina pirsa awareyan dariştiye û pêwîste tevaya awareyên li herêma Kurdistan`ê vegerin cih û warên xwe , wek handanekê ji bo vegera wan jî, ji bi avadanekirina deverên wan û dabînkirina têçûna vgera wan kojmê 4 Milyon Dînar û çendîn xizmetgûzariyên din jî ji bo her malbatekê dabîn dike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket