Qubad Talebanî: Divê sûd ji ezmûnên Çîn`ê bê wergirtin
Kurdistan 05:14 PM - 2024-08-08Civîna Qubad Talebanî û Konsolê Giştî yê Çîn`ê
Qubad Talebanî,cîgirê serok wezîran,
pêşwazî li Leo John, konsolê giştî yê Çînê li herêma Kurdistan`ê kir û di civînekê
de gotûbêj darbarê çawaniya geşepêdana bernameya rahênana pîşeyî di bi warên cûr
bi cûr de hat kirin.
Di civînekê de ku roja Pêncşem`ê rêkefta
8ê Tebaxa sala 2024 an li Hewlêr`ê bi rêveçû, Qubad Talebanî spasiya hikûmeta
Çîn`ê kir ku di demên bûrî de hevkar bû ji bo fêrxwazên sazî û dezgehên
hikûmeta herêmê ,ku ji bo beşdarîkirina
di xulên rahênana pîşeyî dê sardana wî welatî bikin.
Cîgirê serok wezîran daxwaz jî kir ku ew pêkeve kar bikin ji bo geşepêdanên zêdetir û berdewamkirina bernameyên rahênana
pîşeyî , daku di pêşerojê de hejmarek zêdetir fêrxwazên herêmê di warên cûr
bi cûr de û bi taybet jî di warên bazirganî û çandinî û jîngehî û geştûgûzariyê
de beşdarî xulên rahênana pîşeyî ya welatê Çînê bikin,daku herêma Kurdistan`ê
bikaribe sûdek zêdetir ji ezmûna dewlemend ya welatê Çîn`ê werbigire.
Di wê derbarê de konsolê giştî yê Çîn`ê
amadebûna welatê xwe nîşan da, ji bo geşepêdana zêdetir di bernameyên pîşeyî de
ji bo fêrxwazên Kurdistan`ê di warên cûr bi cûr de.
Di beşek din ya civînê de gotûbêj derbarê
bernameyeke taybet ya nivîsingeha cîgirê serok wezîran ku taybet e bi geşepêdana
şiyanên werzişvanên kurd û niha jî di çarçoveya wê bernameyê de hejmarek werzişvanên
Kurd bi taybetî di warên hûnerên cengî de li welatê Çîn`ê mijûlî rahênanê ne.
Her weha amaje bi pilana beşa
werzişa ya cîgirê serok wezîran hate kirin ku biryare di demeke nêzîk de tîmek
ji rahênerên di asta bilind yên welatê Çîn`ê de di warên hûnerên cengî de ji bo
vekirina xulên rahênanê û encamdana çalakiyên werzişî serdana herêma Kurdistan`ê bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Refaat Ebdullah: Ti pirsgirêk bêyî agahiya YNKê derbas nabe
02:30 PM - 2024-09-10 -
Serok Bafil dê mesrefa projeyekê ji bo xwendekarên zanîngeha Silêmaniyê bike
02:23 PM - 2024-09-10 -
Wezîrê Çandiniyê ji bo berjewendiya cotkarên herêmê biryareke girîng dide
12:32 PM - 2024-09-09 -
Şinyar Enwer: Nivîsingeha Hikûmeta Herêmê li Waşinton`ê li dijî Silêmaniyê kar dike
05:33 PM - 2024-09-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 06:44 PM - 2024-09-10 Hikûmetê ev 6 meh in bersiv nedaye daxwaza xizmên şehîd û mexdûrên Enfalê
Encumena Wezîrên Iraqê: Emê li şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê berdewam bin
05:27 PM - 2024-09-10
Emar Hekîm:Piştevaniyê li bi parêzgehbûna Helebce dikin
11:27 AM - 2024-09-10
Rifet Ebdula: Xelk ji hikûmetê dilgiran e û YNK`ê jî rast dike
09:51 AM - 2024-09-10
Serok Bafil: Pêwîstiya herêma me bi guhertinek di proseya rêveberiyê de heye
06:42 PM - 2024-09-09
zortrin xwendraw
-
Rifet Ebdula: Xelk ji hikûmetê dilgiran e û YNK`ê jî rast dike
Kurdistan 09:51 AM - 2024-09-10 -
Serok Bafil: Pêwîstiya herêma me bi guhertinek di proseya rêveberiyê de heye
Kurdistan 06:42 PM - 2024-09-09 -
Emar Hekîm:Piştevaniyê li bi parêzgehbûna Helebce dikin
Kurdistan 11:27 AM - 2024-09-10 -
Serok Bafil dê mesrefa projeyekê ji bo xwendekarên zanîngeha Silêmaniyê bike
Kurdistan 02:23 PM - 2024-09-10 -
Refaat Ebdullah: Ti pirsgirêk bêyî agahiya YNKê derbas nabe
Kurdistan 02:30 PM - 2024-09-10 -
Encumena Wezîrên Iraqê: Emê li şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê berdewam bin
Kurdistan 05:27 PM - 2024-09-10 -
Hikûmetê ev 6 meh in bersiv nedaye daxwaza xizmên şehîd û mexdûrên Enfalê
Kurdistan 06:44 PM - 2024-09-10