Dr.Berhem Salih:Pêwîste rû bi rûyê hizirên tundrewiyê bibin
Kurdistan 03:48 PM - 2024-08-03
Belfer Center for Science and International Affairs
Dr.Berhem Salih Serok komarê berê yê Êraqê
Serok
komarê berê yê Êraqê di salvegera jenosîdkirina Êzîdiyan de ragihand ku bermayîyên
hizirên DAIŞ`ê di dema niha de metirsiyeke mezine û çênabe ew bê paşguhxistin, pêwîste di nav ola pîroz û saziyên
wê de rû bi rûyê tundrewî û hizirên Tekfîrî bibin û parêzgariyê li destûra sivîl
bikin.
Bi hezaran Êzîdî bê mal û warin
Dr.Berhem Salih Serok komarê berê yê Êraqê di gotarekê de ku li beşê (Bîr û Ra) ya PUKMEDIA hatiye belavkirin têde dibêje: Heya niha bi hezaran Êzîdî bê mal û warin li kampên awareyan dûr ji cih û warên xwe dijîn, û çarenivîsa zêdetirî 2 hezar jin û keç yên hatine revandin ne diyar in, Şengal jî heya niha aramî û avadanekirina têde nebûye.
Dr.Berhem Salih dibêje: Armanca terorîstan komkujî û qirkirina Êzîdiyan bû,lê xweragirî ya gelê me û qurbanîdana hêzên ewlekariyê û piştevaniya civaka navdewletî pilana terorîstan pûç kirin,tundrewan di bin navê ku ew li dijî olin, ew tawan encam dane, pêwîste ew yek ji bîra me neçe ku ev Tawana rû daye bi saya berjewendiya hindek hêz û welatan bûye ku ew digel teror û tekfîr û tundrewiyê yek girtibûn, ku ji ber kêmtirxemiya dezgehên ewlekarî û hikumraniyê ew dever têkçûn û têde xelkê asayî yên Êzîdî û di nav wan de hejmarek zaf ya jin û keç û zarok jî hebûn.
Êzîdî xelkê resen yê vî nîştimanî ne
Serok komarê berê yê Êraqê amaje bi yekê kir ku Êzîdî pêkhateya resen yê vî nîştimanî ne, lewra yada 10 salî ya karesta wan tê wateya ku ev yek li ser tevaya pêkhateyên din yên gelê me pêk hatiye, mîna qurbaniyên gorên komî û Enfal û Kîmyabarankirina Helebe û heya qurbaniyên destê terorê.
Dr.Berhem Salih dibêje : Pêwîste dan bi wê yekê bidin ku bermayîyên hizirên DAIŞ`ê di dema niha de metirsiyeke mezine û çênabe ew bên piştguhxistin, û em tekez dikin ku pêwîste di nav ola pîroz û saziyên wê de, rû bi rûyê tundrewî û û hizirên Tekfîrî bibin û parêzgariyê li destûra sivîl bikin ku ew di rastiyê de parêzgariyê li rûmeta nîştiman, civak dike ku bi karanîna ol bi mebestên siyasî red dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Refaat Ebdullah: Ti pirsgirêk bêyî agahiya YNKê derbas nabe
02:30 PM - 2024-09-10 -
Serok Bafil dê mesrefa projeyekê ji bo xwendekarên zanîngeha Silêmaniyê bike
02:23 PM - 2024-09-10 -
Wezîrê Çandiniyê ji bo berjewendiya cotkarên herêmê biryareke girîng dide
12:32 PM - 2024-09-09 -
Şinyar Enwer: Nivîsingeha Hikûmeta Herêmê li Waşinton`ê li dijî Silêmaniyê kar dike
05:33 PM - 2024-09-08
zêdetir tamaşe bike
Hikûmetê ev 6 meh in bersiv nedaye daxwaza xizmên şehîd û mexdûrên Enfalê
06:44 PM - 2024-09-10
Encumena Wezîrên Iraqê: Emê li şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê berdewam bin
05:27 PM - 2024-09-10
Emar Hekîm:Piştevaniyê li bi parêzgehbûna Helebce dikin
11:27 AM - 2024-09-10
Rifet Ebdula: Xelk ji hikûmetê dilgiran e û YNK`ê jî rast dike
09:51 AM - 2024-09-10
zortrin xwendraw
-
Rifet Ebdula: Xelk ji hikûmetê dilgiran e û YNK`ê jî rast dike
Kurdistan 09:51 AM - 2024-09-10 -
Emar Hekîm:Piştevaniyê li bi parêzgehbûna Helebce dikin
Kurdistan 11:27 AM - 2024-09-10 -
Encumena Wezîrên Iraqê: Emê li şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê berdewam bin
Kurdistan 05:27 PM - 2024-09-10 -
Hikûmetê ev 6 meh in bersiv nedaye daxwaza xizmên şehîd û mexdûrên Enfalê
Kurdistan 06:44 PM - 2024-09-10 -
Refaat Ebdullah: Ti pirsgirêk bêyî agahiya YNKê derbas nabe
Kurdistan 02:30 PM - 2024-09-10 -
Serok Bafil dê mesrefa projeyekê ji bo xwendekarên zanîngeha Silêmaniyê bike
Kurdistan 02:23 PM - 2024-09-10 -
Serok Bafil: Armanca me ew e ku em rêvebiriyeke adil pêk bînin
Kurdistan 09:40 PM - 2024-09-10