Yekîtî: Reva hêzên PDKê ji Şengalê derfetê berevaniyê kêm kir
Kurdistan 10:11 PM - 2024-08-02Logoyê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê
Mekteba Siyasî ya Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi boneya 10 ehemîn salvegera jenosîda Şengalê peymek belav kir ku têde hatiye: 10 sal bi ser jenosîdkirina Êzîdiyan li ser destê terorîstên DAIŞ`ê derbaz dibin ku ev mezintirîn tawana serdemê ye li dijî mirovayatiyê di sed sala 21 an de.
Di peyama Mekteba Siyasî de hatiye: Mixabin
xizmên me yên Êzîdî li hember hêrîşa terorîstî bi tenê hatin hêlan, û reviyan û
xemsariya hêzên (PDK) ya desthilatdar kêmtirîn derfet ji bo berevanîkirin û
parastina wan hêla.
Naveroka Peyamê
10 Sal bi ser jenosîdkirina Êzîdiyan li
ser destê trorîstên DAIŞ`ê derbaz dibin ku mezintirîn tawana serdemê ye li dijî
mirovayetiyê di sed sala 21 an de li dijî hevnîştimanên me yên Êzîdî û aknciyên
din yên li deverê û şaristaniya dîrokî ya Şengal û derdora wê.
Fermana komkûjî ya DAIŞ,ê bi hezaran kesên
Êzîdî kirin qurbanî û bi sedan keç û jinên serbilind yên welatê me kirin kole û li bazaran firotin.
Mixabin di vê karesatê de kesûkarên me li
hemberî hêrişên terorîstan bi tenê hatin hêlan,û reviyan û kêmtirxemiya PDK,ê ya
desthelatdar kêmtirîn derfet ji bo berevanîkirin û parastina wan hêla,Yekîtî Nîştimanî ya Kurdistanê di destpêka karesatê de
tevî dûrbûn û astengiyên li hemberî wê bi hêzeke kêm û cewherî şan bi şanê
rêxistinên xwe li deverekê hêleke berevaniyê ji bo beşek ji awareyên lêqewmayan
dirust kir bo parastin û rizgarina wan Ii gorî şiyanên xwe û piştî piroseya rizgarkina
Şengalê jî di çarçoveya cenga destpêkê ya li dijî terorîstên DAIŞ`ê de hewlên xwe li navxwe ya Kurdista û Êraqê berdewame in ji bo cî bi cîkirina
berpirsyartiyên hikûmeta Herêm û Federal û civaka navdewletî li hemberî keysa ji bo bi cenosîd nasandina wê tawanê,û
rizgarkirina zindiyan, qerebûkirina zerermendan û jinavbirina astengiyên siyasî
yên dirustkirî li hemberî vegereke bi serbilindî ya awareyan û lêqewmayên wê
karesatê ji bo deverên xwe.
Di vê yadê de em wek hêzeke Kurdistanî ya
berpirs bi moraleke mezin xwedîderketina li vê dosye ya netewey û nîştimanî û
mirovî ya xelkê xwe ya Şengalê dubare dikin,û tekez li ser parastina nasnameya
Êzîdiyan wek pêkhateyeke resen û zindî ya Kurdistanî û dabînkirina jiyaneke bi
rûmet û hêjayî ji bo wan dikin.
Yada vê xema netewey, hevdeme digel cejna
kevin ya Çileya Havîn ya Êzîdiyan ku ew cejn hertimî nîşaneya berdewamiya
jiyan û berevankarî û îradeyan vemanê ye , bi vê boneyê ji bilî ku em pîrozbahiyê li
tevaya xûşk û birayên xwe yên Êzîdî li welat û li derve dikin , hêvîdar in jî îradeya vemanê berdewam bi ser rojên reş
yên sitem û karasatan de zal bibe û bi serkeve.
Silav li giyanê şehîdan û qurbaniyên
jenosîda Şengalê û tevaya qurbanî û şehîdên gelê Kurdistan û Êraqê.
Mekteba Siyasî
Yekîtî ya Nîştmanî ya Kurdisanê
03-08-2024
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Refaat Ebdullah: Ti pirsgirêk bêyî agahiya YNKê derbas nabe
02:30 PM - 2024-09-10 -
Serok Bafil dê mesrefa projeyekê ji bo xwendekarên zanîngeha Silêmaniyê bike
02:23 PM - 2024-09-10 -
Wezîrê Çandiniyê ji bo berjewendiya cotkarên herêmê biryareke girîng dide
12:32 PM - 2024-09-09 -
Şinyar Enwer: Nivîsingeha Hikûmeta Herêmê li Waşinton`ê li dijî Silêmaniyê kar dike
05:33 PM - 2024-09-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 06:44 PM - 2024-09-10 Hikûmetê ev 6 meh in bersiv nedaye daxwaza xizmên şehîd û mexdûrên Enfalê
Encumena Wezîrên Iraqê: Emê li şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê berdewam bin
05:27 PM - 2024-09-10
Emar Hekîm:Piştevaniyê li bi parêzgehbûna Helebce dikin
11:27 AM - 2024-09-10
Rifet Ebdula: Xelk ji hikûmetê dilgiran e û YNK`ê jî rast dike
09:51 AM - 2024-09-10
Serok Bafil: Pêwîstiya herêma me bi guhertinek di proseya rêveberiyê de heye
06:42 PM - 2024-09-09
zortrin xwendraw
-
Rifet Ebdula: Xelk ji hikûmetê dilgiran e û YNK`ê jî rast dike
Kurdistan 09:51 AM - 2024-09-10 -
Serok Bafil: Pêwîstiya herêma me bi guhertinek di proseya rêveberiyê de heye
Kurdistan 06:42 PM - 2024-09-09 -
Emar Hekîm:Piştevaniyê li bi parêzgehbûna Helebce dikin
Kurdistan 11:27 AM - 2024-09-10 -
Serok Bafil dê mesrefa projeyekê ji bo xwendekarên zanîngeha Silêmaniyê bike
Kurdistan 02:23 PM - 2024-09-10 -
Refaat Ebdullah: Ti pirsgirêk bêyî agahiya YNKê derbas nabe
Kurdistan 02:30 PM - 2024-09-10 -
Encumena Wezîrên Iraqê: Emê li şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê berdewam bin
Kurdistan 05:27 PM - 2024-09-10 -
Hikûmetê ev 6 meh in bersiv nedaye daxwaza xizmên şehîd û mexdûrên Enfalê
Kurdistan 06:44 PM - 2024-09-10