Şenaz Ibrahîm Ehmed cejna Çileya Havînê li Êzîdiyan pîroz dike

Kurdistan 09:11 PM - 2024-08-02
 Şanaz Ibrahîm Ehmed Xanima Yekem ya Êraqê  Nivîsingeha Taybet ya Xanim Şanaz Ibrahîm Ehmed

Şanaz Ibrahîm Ehmed Xanima Yekem ya Êraqê

 Xanima Yekem a Êraqê cejna Çileya Havînê li Êzidiyan pîroz dike û dibêje : Bila ev cejn bibe bingehê aramî û avadaniya welatê me û dawî li nexweşiyên xûşk û birayên me yên Êzîdî bê.

Xanima yekem a Êraqê Şenaz Ibrahîm Ehmed di daxuyaniyekê de ku wêneyek ji wê ketiye destê PUKMEDIA têde hatiye: Cejna Çileya Havînê ya ola Êzîdiyan li hemî xûşk û birayên xwe yên  Êzîdî li herêma Kurdistan û Êraq û tevaya cîhanê pîroz dikim.

Xanima Yekem ya Êraqê got: Di demekê de ku em pêşwazî li vê cejnê dikin, hêvîdar in ev cejn bibe bingeha aştî û avadaniya welatê me, û dawî li nexweşiyên xuşk û birayên me yên Êzîdî bê, û ji bilî avadanekirina navçeyên wan, mizgîniya dîtina windahiyan û vegerandina rûfatên wan ji bo hembêza nîştiman jî digel xwe bîne,her di cejn û xweşiyê de bijîn, û hemî salekê di keşeke aram û aştiyane de vê yadê pîroz bikin.

 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket