Pêşî li penaberên Silêmaniyê nayê girtin lê li Hewlêr û Duhokê beravajî ye

Kurdistan 01:36 PM - 2024-06-15
Kampên penaberan PUKMEDIA

Kampên penaberan

PDKê û Penaber

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ji bo girtina hemû kampên penaberan heta 30 Tîrmehê muhlet diyar kir û ragihand:“Zehmet e ku malbatên penaber vegerin ji kampên Hewlêr û Duhokê ji ber ku destûr nayê dayîn karmendên wezareta me derbasî kampan bibin.’’

Li Hewlêr û Duhokê tê astengkirin

Rê li ber Karmendên Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê bo ketina nav  kampên penaberan ên li Hewlêr û Duhokê tên girtin.Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Îvan Fayîq Cebro got: "Hejmara malbatên awarebûyî yên ku venegeriyane malên xwe gihiştiye 28 hezarî û hemû li kampên Herêma Kurdistanê ne."

Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê got: "Heta 30 Mijdarê kar bo girtina kampên parêzgeha Silêmaniyê berdewam e, hejmara penaberên li kampên parêzgehê digihêje 3 hezar malbatan, lê vegera malbatên penaber li kampên Duhok û Hewlêrê zehmet e , ji ber ku destûr nayê dayîn karmendên wezareta me biçin van kampan."

Li herêmê 21 kampên penaberan hene

Nêzîkî 28 hezar malbatên penaber li 21 kampên Herêma Kurdistanê mane, ji wan 16 li Duhokê, 5 li Hewlêrê û yek jî li Silêmaniyê.

Li gor zanyariyên PUKMEDIA, tevî ku piraniya penaberên Iraqî di kampên Hewlêr û Duhokê de dijîn, lê niha nêzîkî 21 kamp li Herêma Kurdistanê hene, herwiha hejmarek ji penaberan di kampan de ne û li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê bi xwe dijîn. Nêzîkî 30% heta 40% ji penaberan di du salên borî de vegeriyane malên xwe.

Hikûmeta Iraqê dê mesrefa vegerandina penaberan bigire ser xwe

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê planeke berfireh ji bo bidawîkirina pirsgirêkên penaberan amade kiriye û divê hemû penaberên Herêma Kurdistanê heta dawiya Tîrmeha îsal vegerin malên xwe, weke handanek ji bo vegerê, ji bilî nûavakirina deverên wan ,di vegera  wan de ,dê 4 milyon dînar û xizmetên din pêşkêşî her malbatekê bikin û her malbateke penaber ku piştî 30 Tîrmehê vegere welatê xwe dê ji alîkariyê bêpar bimîne.

Li ser astengiyan gilî hatin kirin

Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê ji ber astengiyên ku ji bo vegera penaberên Hewlêr û Duhokê hatine çêkirin, li Dadgeha Federalî li dijî Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê gilî kir.

Berî niha Wezîrê Koç û Koçberan Îvan Fayeq Cebro gotibû: ‘’Me serî li Dadgeha Federal a Iraqê da û li dijî Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê giliyê qanûnî kir ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryarek derxistiye ku destûr nayê dayîn Wezîrê Koç û Koçberan were Herêma Kurdistanê."

Muhlet hatiye diyarkirin

Encumena Wezîrên Iraqê biryar da ku roja 30-6-2024`an bibe dema dawî ya vegera hemû penaberên kampên Herêma Kurdistanê bo warên xwe, lê ji ber ezmûnên dawî yên şagirtên dibistanan yên koma 12,dema vegera penaberan heta 30-7-2024 hatiye dirêjkirin, li parêzgehên Hewlêr û Duhokê astengî li pêşiya vegera penaberan hene.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket