Serkirdeyên Êraqî û Kurdistanî pîrozbahiya Qurbanê li serok Bafil kirin

Kurdistan 10:24 PM - 2024-06-13
Cejna Qurbanê PUKMEDIA

Cejna Qurbanê

Serok Bafil

Bi boneya hatina Cejna Qurbanê, hejmarek ji serkirdeyên partiyên siyasî yên Kurdistanê û Êraqê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî serok Bafil Celal Talebanî kirin û hêvî kirin ku ev cejn bibe cihê xêr û xweşiya gelê me û têgihîştina zêdetir di navbera hêzên siyasî de.

Di sê peyamên cuda de, Şêx Humam Hemûdî Serokê Encûmena Bilind a Îslamî ya Êraqê, Mihemed El-Hec Mehmûd Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê û Îrfan Elî Ebdulezîz Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî li Kurdistana Êraqê, pîrozbahî li Serok Bafil Celal Talebanî kirin bi boneya Cejna Qurbanê.

Serkirdeyên partiyan ji bilî pîrozkirina Cejna Qurbanê, hêviya xwe anîn ziman ku ev Cejna “Ji bo gelê me xêr û xweşiyê bîne, ewlekarî û aramî li seranserê welatê me serwer be û bibe sedemek ji bo têgihiştineke zêdetir di navbera aliyên siyasî de.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket