Serok Bafil: YNK bi piştgiriya gelê xwe diçe hilbijartinan

Kurdistan 05:47 PM - 2024-06-08
Serok Bafil û Dr.Mîran Mihemed Ofîsa Çapemeniyê ya Serok Bafil

Serok Bafil û Dr.Mîran Mihemed

Serok Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje:“YNK, pişta xwe bi gelê xwe yê dilsoz û pabendbûna bi berjewendiyên netewî ve, dê ber bi hilbijartinan ve biçe û bi hêvî me ku ber bi guhertina desthilatê ve biçe û pêşerojeke geş û dadperwertir bi dest bixe.’’

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî:“Min li Dabaşanê pêşwaziya endamê serkirdayetiyê Dr. Mîran Mihemed kir û li ser amadekariyên hilbijartinan û erkên me yên hizbî û rêxistinî gotûbêj kirin.’’

Serok Bafil ragihand:"Me tekezî li ser wê yekê kir ku YNK dê bi pişta xwe bi gelê xwe yê dilsoz û pabendbûna bi berjewendiyên netewî û bi hêviya guhertinê deshilatê ve biçe hilbijartinan û got: "Dê ber bi rêveberiyê ve biçe û pêşerojeke geş û dadperwertir bi dest bixe. Ji bo vê yekê divê hemû navend û sazî ji bo bidestxistina pêşerojeke geştir û dadperwertir xebatên xwe xurtir bikin.’’

Di hevdîtinê de Serok Bafil rol û hewlên Dr. Mîran Mihemed di kar û erkên berê de bilind nirxand û daxwaz ji wî kir ku di pêşerojê de jî bi heman ruh û wefadarî li kar û xizmetên xwe berdewam bin û ew pêngavên wî di xizmeta jiyana gelê me yê ezîz û Kurdistanê de be.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket