Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir

Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23
Qubad Talebanî û Serok Komarê Tirkiyê PUKMEDIA

Qubad Talebanî û Serok Komarê Tirkiyê

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî daxwaz ji Tirkiyê kir ku biryara qedexekirina li ser firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê li ber çavan bigire.

Qubad Talebanî di peyamekê de li ser rûpela xwe ya Facebookê ku PUKMEDIA dişopand de ragihand: Ez li gel Serok Komarê Tirkiyê û şanda pê re beşdarî civîna Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûm û min daxwaz ji Seroko Recep Tayip Erdogan kir ku li biryara girtina qada asmanî ya Tirkiyê li ber firokexaneya navnetewî ya Silêmaniyê binere.

Êvariya duh Duşemî 22.04.2024, Serok Komarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, gihîşt Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê û li firokexaneyê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêmê Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û hejmarek wezîr û berpirsan ve hat pêşwazîkirin.

Piştî merasima pêşwaziyê, Serok Komarê Tirkiyê bi berpirsên payebilind ên Herêmê re civiya û mijarên nû yên li Êraq û navçeyê, pêwendiyên dualî û rêyên bihêzkirina wan gotûbêj kirin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket