Di bin sernavê "Pevçûn li Rojhilata Navîn"... Heştemîn Dîdara Silêmaniyê dest bi kar dike

Kurdistan 09:43 AM - 2024-04-17
Zanîngeha Amerîkî li Silêmanî PUKMEDIA

Zanîngeha Amerîkî li Silêmanî

Silêmanî

Di bin sernavê (pevçûn li Rojhilata Navîn) îro çarşemê 17.04.2024ê ji demjimêr deh sibehê li zanîngeha Amerîkî ya bajarê Silêmaniyê, çalakiyên heştemîn rûniştina Dîdara Navdewletî ya Silêmaniyê destpê dike. Bi amadebûna Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêmê, birêz Ammar El Hekîm Serokê Tevgera Hikmeta Niştimanî û Qasim El-Erecî, Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî ya Êraqê û beşdariya berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê û Êraqê û gelek kesayetiyên navdar û bibandor ên Ewropa û welatên curbicur ên cîhanê ji lêkolîna li ser pirsgirêkên lezgîn û nûjen û dîtina çareyên bibandor ji wan re, ev dîdara ku 2 rojan dirêj dike wek mezintirîn û dirêjtrîn dîdara siyasî Êraqî tê dîtin, pêşwazî li serkirde û lêkolînerên ji Rojhilata Navîn û Amerîka û Ewropayê dike.

 

Serokê Herêmê: Kurdistan nabe destpêkek bo metirsiyêli ser cîran

 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û tê de balkişand ser wê yekê ku îro navçe di pirsgirêkên mezin re derbas dibe û em daxwaza bihêzkirina aştî û demokrasiyê li navçeyê dikin,û tekez li ser wê yekê kir ku ev dîdara di bin şert û mercên gelek hestiyar ên herêmî û cîhanî de tê lidarxistin.

Di berdewamiya axaftina xwe de got ku Herêma Kurdistanê hertim piştevaniya diyalog û çareseriyên aştiyane dike, ş got bi rêya aştiyane li gel welatên cîran me pêwendiyên herî xweş ên şirîkatî, pêşkeftina aborî û bexteweriya hevbeş çêkiriye û em rê nadin ku Herêma Kurdistanê bibe çavkaniyek bo êrîş û hereşeyên li ser welatekê.
Got jî: Me ji sala 1991ê ve bingehê ezmûneke mezin ya demokrasî, avadankirin û aramîyê damezrand û dema ezmûna herêma Kurdistanê bi ser ket û xwendekarên azadîxwazê li Êraqê bi ser ketin û Kurdistan bû bingehek ji bo civîn û yekîtî û serkeftina Opozisyona Êraqî li ser dîktatoriyê Civaka Navdewletî ji mer ra bûn alîkar, ji ber ku projeya me demokrasî û aştî bû û dostên me yên li herêmê bi taybetî Tirkiyê û Îran bi bi me ra alîkar bûn ji bo vekirinê û hevkariya aborî.

 

Di heman demê de Serokê Herêma Kurdistanê balkişand li ser wê yekê ku “Diktatorî, yek pêkhatî li Êraqê û nebûna azadiya siyasî paşeroja Êraqê di xwînê de hîştibû. Bi milyonan Êraqî bûne qurbaniyên rêjîmên xerab li Êraqê... û dema wê yekê ye ku hemû deriyan li ser rêxistinên terorîst li Êraqê bên girtin û tekez kir ku meşandina sîstema federalî bi pratîkî ji bo pêşxistina Êraqê gelkî girînge û divê hemû netew û pêkhateyên Êraqê ji xwe wek ortaq di birêvebirina Êraqê de bibînin, ji ber ku paşguhkirina her pêkhateyekê wê rêyeke zehmet li ber Êraqê veke. 

 

 

Têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de dê yek ji mijarên sereke yên vê dîdarê be, ku dê li dora wê gotûbêjên tund bên kirin, herwiha dê mijarên guherîna avhewayê û pirsgirêka kêmbûna avê û rêyên rûbirûbûna wan û parastina jîngehê jî dê bibe mijareke girîng. Di dîdarê de dê semînerên siyasî, aborî û jîngehparêzî bên kirin

Çalakiyên Dîdara Siyasî ya Silêmaniyê ji destpêka damezrandina zanîngeha Amerîkî li Silêmanî - Êraq di sala 2006 de dest pê kir û ev destpêkek nû bû ji bo geşepêdana sektora xwendin û lêkolînê li welat. Ji wê demê ve zanîngeha Amerîkî di warê pêşdebirina îdarî de li pêş e, û destkefta girîng ji bo damezrandina zanîngehê bû, destpêkirina rûniştina yekem a dîdara Navdewletî ya Silêmaniyê ji bo Diyaloga Siyasî di sala 2013 de bû. Herweha îsal 2024 ku heştemîn Dîdare wê dîsa bi beşdariya navdewletî birêve biçe.

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket