Em hemû bi berpirsyarî xizmeta qurbaniyên karesata Enfalê bikin

Kurdistan 04:56 PM - 2024-04-13
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA

Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

YNK

Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi boneya 36emîn salvegera karesata Enfalê peyamek belav kir û tê de wiha got: “Trajediya Enfalê birînek wisa di dil û mejiyê gelê me de çêkir, ku êşeke bêdawî ye, ji bo dermankirina vê birîna kûr, ji holê rakirina mîrateya vê karesatê, divê em hewlên xwe zêdetir bikin. Pêwîste em hemû li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Federal û Meclîsa Nûneran bi berpirsyariyeke mezin ji bo xizmetkirina qurbaniyên vê karesatê xebatên xwe xurtir bikin."
Teksta peyamê:
Beriya 36 salan gelê me di 8 qonaxan de di bin navê Enfalê de rastî tawanên herî hovane yên rejîma Baas a zalim hat.Jenosîdek bû ku tevî komkujî û windakirina 182 hezar zarok, ciwan û kalên kurd hemû nîşaneyên bextewariyê li nêzîkî 5 hezar gund û bajarokên Enfalê ji holê rakirin.

Trajediya Enfalê birînek wisa di dil û mejiyê gelê me de çêkir, ku êşeke bêdawî ye, ji bo dermankirina vê birîna kûr, ji holê rakirina mîrateya vê karesatê, divê em hewlên xwe zêdetir bikin. Pêwîste em hemû li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Federal û Meclîsa Nûneran bi berpirsyariyeke mezin ji bo xizmetkirina qurbaniyên vê karesatê xebatên xwe xurtir bikin.

Tevî ku Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê ji sala 2008ê ve dosyaya Enfalê wek tawaneke şer û tawaneke dijî mirovatiyê qebûl kiriye, lê mezinahiya wê karesatê û encamên wê pêwîstî bi baldariya navdewletî heye.Divê ev yek weke sûcê qirkirinê bê qebûlkirin û gelê Kurd bi misogerkirina hemû mafên xwe yên destûrî pêşeroja xwe bê garantîkirin. YNK dê ji bo armancên li jor têkoşîna xwe bidomîne.

- Silav li ser ruhê qurbaniyên komkujiya Enfalê

Silav ji bo berxwedana xizmên mexdûrên Enfalê.

Mekteba  Siyasî

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket