Kosret Resûl: Cejn bibe qonaxek ji bo çareserkirina pirsgirêkan

Kurdistan 01:05 PM - 2024-04-10
Kosret Resûl Elî  PUKMEDIA

Kosret Resûl Elî

YNK

Kosret Resûl Elî Cejna Remezanê li Mislimanan pîroz kir û got:  “Ez pîrozbahiyên xwe yên taybet pêşkêşî Pêşmergeyên qehreman, malbatên serbilindên şehîdan û tevahiya Kurdistanê dikim. Hêvîdarim ev cejn bibe qonaxek ji bo çareserkirina pirsgirêkan û hemû bi hev re ji bo aramî û pêşketina gelê me bixebitin.’’
Teksta peyama Kosret Resûl Elî
Bi helkefta hatina meha Remezanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî dikim.Bi taybetî pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Pêşmergeyên qehreman, kesûkarên serbilindên şehîdan û hemû Kurdistanê dikim.Ez şanaziyê bi şehîdan û hemû gelê Kurd dikim, hêvî dikim ev cejn bibe cihê dilxweşiya gelê me ji bo parastin û yekrêziya gelê Kurd.

Cejnên olî û netewî ji bo gelê Kurd hertim bûye qonaxa tolerans û kûrkirina ruhê yekrêziyê, hêvîdarim ev cejn bibe qonaxa çareseriya pirsgirêkan û her kes bi hev re kar bikin.Ji bo bextewerî û başkirina rewşa jiyana miletê me, divê em hemû bi bîr bînin ku miletê me hêj negihîştiye xewnên xwe û bihêlin ku tekoşîn ji bo parastina berjewendiyên bilind ên miletê xwe berdewam be.

Birahê we

Kosret Resûl Elî

9/4/2024

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket