Mam Celal... Yekem serok Komarê Êraqê yê ku bi awayekî demokratîk hatiye hilbijartin

Kurdistan 10:12 PM - 2024-04-05
Serok Mam Celal PUKMEDIA

Serok Mam Celal

Serok Mam Celal

Roja 6ê Nîsana 2024an salvegera hilbijartina Serok Mam Celal Talebanî wek Serok komarê Êraqa Federal e. Ev yek di dema rûniştina çarem a Encûmena Niştimanî de bi serokatiya Dr. Hacim El-Hesenî Serokê Komeleyê di sibeha roja çarşemê 06.04.2005, li koşka konferansan li Bexdayê bû.

Civînê di rûniştina xwe de, ji lîsteya hevpeymaniya Kurdistanê, Serok Celal Talebanî ji bo postê Serokatiya Komarê, Adil Ebdulmehdî ji lîsteya Hevpeymaniya Yekgirtû ya Êraqê û Şêx Xazî El-Yewer ji lîsteya (Êraqiyon) ji bo postên cîgirên serok hatin hilbijartin, ku berbijaran (227) deng ji (257) dengan bi dest xistin.

Serok Mam Celal roleke berçav di birêvebirina Êraqê de hebû û Kurd jî bi cîhanê da naskirin, ji ber ku hilbijartina serokekî Kurd weke xewnekê bû, ji ber vê yekê jî ev yek bû sedem ku gelek welat zêdetir bala xwe bidin serokkomarê Êraqê, ji bilî wê yekê ku serok Mam Celal rêz û hurmeteke taybet ji hemû serokên dewletan re digirt û di nav Êraqiyan de jî dihat hezkirin, lewma jê re digotin "Semamî Eman".

Serok Mam Semamê ewlehiyê bû
Serok Mam Celal wek semama ewlehiyî û aştiyê li Êraqê dihat naskirin, lewma hemû pêkhateyên Êraqê bi awayekî aştiyane û li ser yek maseyê civiyan û gotûbêj dikirin, ji ber vê yekê rola Serok Mam Celal û Kurdan di qada navneteweyî û Êraqê de cuda dihat dîtin.


Balyoz Dr. Mihemed Sabîr Berpirsê Dezgeha Serok Celal Talebanî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Serokomar Mam Celal ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya Êraqê bi rastî çavkaniya ewlehiyê bû. Pirsgirêkên ku niha Êraq û Herêma Kurdistanê rû bi rû ne, bêguman di nebûna wî de derketin."
Her wiha got: “Nebûna Serok Mam Celal li Êraqê nayê dagirtin ji ber ku nêrîna wî ya berçav li rewşê hebû ku li nav xwe û li welat û derveyî welat re bi serkirdeyan re hevaltî dikir û bi vî awayî nêrînên wan ber xwe ve kişandibû.

Di derbarê mafên Kurdan de jî, Serok Mam Celal di wê baweriyê de ye ku heta welatên cîran nebin welatên ku rêzê li mafên netewe û civakan digirin, serxwebûna Kurdan bi dest naxe. Baştire ku Herêma Kurdistanê digel Êraqê hevbeş be.

Rojeke dîrokî bû

Ew roj ji bo gelê kurd rojeke dîrokî bû ji ber ku di dîroka Êraqê de cara yekem bû ku kurdek wek serokkomar hat hilbijartin. Di heman rojê de George W. Bush, serokê wê demê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo serkeftina wî ya mezin pîrozbahî li Serok Mam kir.  Li hember de jî welatiyên Herêma Kurdistanê daketin ser cadeyan û kêfxweşiya xwe nîşan dan ku Kurdek kariye bibe serokkomarê Êraqê û ji aliyê hejmareke zêde ji berpirsên erebî û ewropî û hejmareke zêde ji berpirsan ve pîrozbahî li Serok Mam Celal kirin.

Rola Serok Mam li Êraqê

Piştî ku ser Mam Celal wek Serokkomarê Êraqê hat hilbijartin, hemû pêkhateyên Êraqê bin sîwana jiyana hevbeş de kom kir ku karekî dijwar bû û Êraqiyan ew hewla bilind dinirxandin lê piştî ku nexweş ket pirsgirêk derketin , bi zîrekî û siyaseta wî ya taybet karîbû vê erka dijwar bi cih bîne, ji ber ku di Êraq  gelek pêkhateyên cuda hene û hemû xwedî bîr û baweriyên cuda ne, weke Kurd, Ereb, Tirkmen, Êzidî, Aşûrî, Keldanî û Xiristiyan Şîe.


Karê Mam gelek dijwar bû, ji ber ku cudabûna bîr û baweriyan her tim pirsgirêkan aloz dikir, Mam ji aliyê Êraqiyan ve dihat hezkirin û hemû pêkhate ji bo çareserkirina pirsgirêkan serî li wî didin.

Hilbijartina serok Mam wek serokkomar

Di 6`ê Nîsana sala 2005`an de, komeleya niştimanî ya Êraqê wê demê, bi piraniya dengên endaman di hilbijartinekî demokrasî de ku di dîroka Êraqê de yekem proseya bi wî awayî destpêkiribû, Serok Mam Celal wek yekem Serokomarê Êraqê hate hilbijartin û her weha Serok Talebanî wek yekem kesayetiyê Kurd postê Serokomariya Êraqê wergirt.

Roja 6/4/2013`an, 14 sal bi ser hilbijartina Serok Talebanî wek serokomarê Êraqê bi awayekî demokrasî li pişt ruxana rêjîma jinavçûyî ya Be`sê derbas dibe.

Roja 6`ê nîsane 2005`an, bû yekem car di dîroka dewleta Êraqê, komeleya niştimanî ya Êraqê wê demê, di hilbijartinekî azad û demokratîk de bi piraniya dengên endamên wê, Serok Mam Celal wek yekem Serokomarê Êraqê hate destnîşankirin.

Serok Talebanî wek yekemîn serokê Êraqê bi nasnameya xwe ya şoreşgerî û Kurdî bû bi serokkomar

Di wergirtina serok Celal Talebanî posta serokkomariya Êraqê, weke yekemîn kesayetiya Kurd di dîroka Êraqê de, ew posta giring pê hate sipartin.

Di wê hilbijartinê de ji 257 dengên endamên komeleyê ku di rûniştinê de amadebûn, serok Talebanî 227 deng bo ser postê komariyê bi dest anîn û her yek li (Dr. Adil Ebdulmehdî û Xazî Ucêl Yawir) jî bo cîgiriya Serokomariya Êraqê hatin hilbijartin.

Di wê bone de Serokomarê Êraqê Serok Celal Talebanî, di gotina xwe razîbûna xwe dupat kir ku desteya serokayetiyê hewlên xwe bixin gerê jibo ku her tim cihê wê baweriyê de bin û li gor vîna gel û bi cidî û başî û dilsozî  li gel serokayetiya encûmena niştimanî û encûmena wezîran de bo anîna desthilatekî demokratîk ku azadiyan û mafên taybet û giştî yên mirov bo gel dabîn bikin beşdar bibin.

Jiyannameya serok Mam Celal Talebanî

Mam Celal kurê Şêx Husemedîn ê kurê Şêx Nûrî kurê Şêx Xefûr e. Di havîna sala 1933’ê de li gundê Kelkan li qontara çiyayê Kosret ji dayîk bûye ku rûyê wê gundê li deryaçeya Dukanê ye. Çend salên zarokatiya wî li wî gundî derbas dibe , paşê jiber ku bavê wî bû bi rêveberê xwendingeha olî ya Talebanî diçe Koye yê û li wir xwendina seretayî bi serkeftî diqedîn e.  Xwendevanekê  jîr bû uu her di temenê zarokatiyê de nîşanên serkirdayetiyê pê ve diyar bûye kû pêş hevalên xwe beşdarî  di  kor û şîn û boneyan de dikir ku di wê demê de birêve diçûn. Sibehan dema rêzbûna xwendevanan de mamostayan ev hildibijartin ji bo xwendina helbestên nîştimanî û netewî. Di wî temenî de hêdî hêdî ramana netewî digel wî geş dibû û bi ser wî de zal dibû ku gihişt pola 4 ya seretayî bibû yek ji pêşengên xwendevanan û bi germî beşdarî li çalakiyên xwendingehê dikir û beşdarî di xwendina gotara şanoyî dikir.

Her çend cejna Newrozê ji aliyê hukûmeta Îraqê ve hatibû qedexe kirin, lê gelê Kurdistanê 21 Adar ê hemû salek bi şahiyan pîroz dikirin, jiber kû Newroz ji bo Kurdan rojeka pîroz bû û roja serkeftina gelê Kurd bû li hemberî zulim û zordariya dijminan.

Di sala 1945'ê de li Koye şahiyeka netewî ji bo Newrozê hate sazkirin,Talebanî ku 13 salî bû beşdarî teda kir û gotareka germ û kelecan pêşkeş kir, ev ji bibû sedema matmayîbûna mamosta û beşdarvanan.

Di sala 1946’ê de ligel çend havalên xwe yên xwendevan komeleyeka fêrbûnê ya veşartî damezrand bi navê “Komeleya Pêşxistina Xwendinê (KPX)” û Mam Celal wek sekreterê wê hat hilbijartin.  Armanca komeleyê,  pêşxistina xwendevanan bû ji bo xwendina derveyî welêt.

Heman salê paş damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di 16 Tebaxa 1946’an de ketê bin bandora bernameya PDKê û di çarçoveya rêxistinan de kete nav çalakiyên xwendevanan. Piştî ku çû nav refê siyasetê di rojnameya “Rizgrî” de kû Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi nehênî derdixist, kurtegotar bi navê “Agir” belav dikir.

 Di sala 1947’ê de bû bi endamê Partiya Demokrata Kurdistanê ( PDK). Jiber kû kesekî çalak û jîr bû, erk û fermanên partîyê pê dihatin sipartin. Sala 1948’ê xwendina seretayî xilas kir û li navenda Koye bû bi xwendevan. Ew sal bi sala serhildanê dihat nasîn ku gelê Îraqê karî peymannameya (Portismawis) hilweşîne û hukûmeta Salih Cebir hilweşîne û hukûmeta Mihemed Sedir damezrîne. Di wê atmosfera azadiyê de bi alîkariya serhildanê, karîn hilbijartinên giştî encam bidin jibo hilbijartinên nûnerên kongreya giştî. Celal Talebanî bi nûnerê xwendevanên Koye hat hilbijartin û beşdarî di yekemîn kongreya xwendevanên Îraqê de kir û kû di Nîsana 1948’ê de li meydana “Elsibaî” ya bajarê Bexdadê hat lidarxistin. Di wê kongreyê de bo yekem car guhdariya helbestvanê mezin Mihemed Mehdî Cewahîrî kirirbû kû helbesta bi navdar “Roja Şehîd” xwendibû  ji bo Ceferî birayê xwe û şehîdên serhildanê nivîsî bû. Ew demên hanê di jiyana Talebanî de dîrokî bûn û wan helbestan bandorek mezin li ser wî kiribû.

Di sala 1949’ê de bi saya hukmê serbazî û tirsandinê kû Kurdistan û Îraq girtibû berxwe, Talebanî di partiyê de serkeft û bû bi endamê lijneya devera Koye yê. Sibata 1951’ê li kongreya duyem ya Partiya Demokrata Kurdistanê de ji bo endamtiya lijneya navendê hat hilbijartin; lê jibo parastina rêzbendiya partiyê, pileya xwe bi hevalekî xwe bexşî kû ji girtîgehê azad bibû û beşdariya kongreyê kiribû.
 
Di sala 1951’ê de ew û çend hevalên xwe hatin destbisergirtin û ji bo bajarê Mûsilê hatin dûrxistin; lê, li wêderê jî xebatên xwe yên siyasî domand û paşan çû Kerkûkê ji bo temamkirina xwendina xwe û ji nû ve damezrandina rêxistinên partiyê. Li wir, bû bi berpirsê rêxistinên Kerkûkê. Di heman salê de erkê çap û belavkirina belavokan bi awayê nehênî girt stûyê xwe, heta ew roja kû hat destbisergirtin.
       
Di sala 1952’ê de çû koleja maf ê (hiqûq) li Bexdadê.  Wê deme, dema belavbûna rêxistinên Partiya Demokrata Kurdistanê bû, lê, Mam Celal karî rêxistinên partiyê berhev bike û bingehek xurt ji bo wê durust bike.
       
Di Mijdara 1953’yê de beşdariya kongreya sêyem ya Partiya Demokrata Kurdistanê kir û ji bo endamtiya komîteya navendî hat hilbijartin û di meha Sibatê de serpereştiya yekemîn kongreya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê kir. Di kongreyê de ji bo sekreterê giştî yê “Xwendekarên Kurdistanê” hat hilbijartin. Di heman salê de bû yek ji wan kesên damezrênerên “Yekîtiya Lawên Demokrat ya Kurdistanê”. Her di wê demê de nûnerê PDKê bû digel piraniya partiyên nehênî û aşkere yên Îraqê.
       
Di sala 1954’ê de wek endamê mekteba siyasî hat hilbijartin. 
       
Di sala 1955’ê de çû derveyî Îraqê û beşdarî di festîvala ciwan û xwendekarên cîhanê Warşo de kir û serdana Yekîtiya Sovyetê û Çînê kir.
     
Di sala 1956’ee çû nav refên xebatên veşartî û neçar bû li pola çarem ya zanîngehê, dev ji xwendinê berde.
       
Di sala 1957’ê de geştek ji bo Sûriya û Mosko yê kir û beşdarî di festîvala ciwan û xwendekarên Mosko de kir. Hatina xwe bo Sûriyê bi fersend zanî ji bo peywendîkirin digel Kurdên wê parçeya Kurdistanê û peywendiyekî siyasî pêk anî. Di heman salê de vegeriya Îraqê û beşdarî di karên mekteba siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistana Yekgirtî de kir û bû bi berpirsê rojnameya “Xebata Kurdistan” kû li Silêmanî bi nehênî dihat weşandin. Di yekemîn roja serkeftina şoreşa 14-07-1958’ê de bi alîkariya hevalên xwe yên partiyê di nav bajêr de serpereştiya rêxistina xwenîşandana girseyî ya Silêmanî kir. Paşan çû bo Bexdadê û beşdariya karûbarên mekteba siyasî û derkirina govara “Rizgarî” (Eltehrîr) kir. Herwiha, erkê wê xebatê girt stûyê xwe kû di nav rêzên partiyê de rê li wan hewlan bigre kû dixwastin Partiya Demokrata Kurdistanê bikin bi partiyeka Êraqî.
       
Di sala 1959’ê de carekî din ji bo êndamê komiteya navendiya Partiya Demokrata Kurdistanê û mekteba siyasî hat hilbijartin. Di heman demê de efserê yedek yê ketîbeya çarem ya tank bû. Herwiha, beşdarî di weşana rojnameya “Xebat” de dikir kû bi zimanê Erebî dihat belav kirin û bi navê “Pîrot” gotar têda belav dikir.
       
Di sala 1960’ê de ku berpirsê liqa Silêmanî û endamê mekteba siyasî bû, xuleka hişyariyê ji bo kadroyan lidarxist.
       
Di sala 1961’ê de bû bi sernivîserê rojnameya “Kurdistan” û piştî girtina rojnameya Xebat neçar bû ji Bexdadê dûr bikeve. Di heman salê de di şeva Newrozê gotarek li dijî dîktatoriyê pêşkeş kir û berevanî li Barzaniyê rehmetî kir kû di vê demê de Qasim hinek tawan xisti bû stûyê wî. Jiber wê gotarê, fermana girtinê ji bo wî derket û bi nehênî vegeriya Silêmanî û xwe veşart. 6’ê Îlonê beşdarî di lidarxistina gireva giştî de kir.
     
Di Îlona sala 1961’ê de kû şoreş destpê kir, berpirsê devera Silêmanî bû. Yekemîn baregeha şoreşê li Çemê Rêzan danî û serpereştiya wê kir. Fermandariya hêza Pêşmerge ya lîwaya Silêmanî pêkanî û bû bi hêzeka mezin û her ev, bû bi berpirsê hêza Pêşmerge ya Kurdistanê.
       
Di Newroza 1962’ê de serkirdayetiyê, êrîşek berfireh bir ser devera Şarbajêr û di dema çend rojan de dest biser hemû baregehên polîsên nahiyeya Binawesûte û Çiwartayêde girtin û hêzên xwe ber bi bajaroka Pêncwênê ve bir û hemû dever azad kirin. Bi wî awayî herdu deverên Şarbajêr û Pêncwên bûn du navendên şoreş û serkirdayetiyê. Di nêvbera salên 1962 – 1963’an de piraniya deverên Qeredax, Qelasêwke, Germiyan û Sengaw hatin azad kirin. Wê demê Mam Celal fermandarê hêza Rizgarî bû û serpereştiya navendên Bemo ,Helebçe,Tewêle û Biyare dikir.

Di sala 1963’yê de û paş  kodetaya reş ya Sibatê, Mam Celal wekû serokê şanda Kurd hat destnîşan kirin jibo gotûbêjên digel hukûmeta nû de kû di destpêkê de razîbûna xwe liser gotûbêj û çareseriya aşîtiyane ya pirsa rewa ya Kurd nîşan dabûn. Herwiha, serdana komara Mîsir û Cezayirê kir û hevdîtin digel Ebdulnasir û Bin Bêla pêkanî. Heman salê, serdana Ewrupa kir û nûneratiya Şoreşa Kurdistanê kir. Di nasandina pirsa Kurd û eşkere kirina rewşa Kurdistanê de û komkirina alîkaryan jibo şoreşê ji welatên Firansa ,Almanya,Rûsya ,Çekoslovakya û Nemsayê, serkeftî bû .
       
Di sala 1964’ê de vegeriya Kurdistanê û erkê xwe yê fermanderiya Hêza Rizgariyê cardin girt stuyê xwe.
       
Di sala 1967’ê de li Cezaîrê, beşdarî di semînera “Îştirakiyên Ereb” de kir û lêkolînek gelek girîng di derbarê pirsa Kurd û rewayiya tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd û dostayetiya navbera Kurd û Ereban de pêşkeş kir.
       
Di sala 1970’ê de roleka bi bandor di yekgirtina her du baskên Partiya Demokrata Kurdistanê de gerand kû berê bibûn du bask û di navbera wan de nakokiyeke tal û xwîn riştin hebû.
       
Di sala 1972’ê de çû derveyî  Îraqê û ji bo demekê li Lubnan, Misr û Sûriyê ma. Paş şikesta şoreşa Kurd jiber encamên rêkeftinnameya navbera Sedam û Şahê Îranê ku di Adara 1975’ê de li Cezayîrê hat îmzekirin. Celal Talebanî her di wê demê de li wan welatan ma.
       

Roja 01-06-1975’ê li Dîmeşqê ligel jimareyek ji hevalên xwe Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan - YNKê damezrand û nexşe jibo destpêkirina Şoreşa Nû darijt kû roja 01-06-1976’ê hat ragihandin û bû bi sekreterê giştî yê YNKê.
       
Paş damezrandina YNKê, ligel hevalên xwe çalakiyên siyasî û birêvebirina partiye û xurtkirina Şoreşa Nû domand ku çiyayên Kurdistanê kiribûn wargehên xwe yê sereke.

Mam Celal kesekî serekî bûye di jihev nêzîkkirina nerînên di nav rêza opozisyona Îraqê de di kongreyên Newyork, London û Selahedîn û hemû rûniştinên paş wana jî kû peywendî bi rêkxistin û nêzîkbûna navmala Îraqê ve hebû. Mêvandariya piraniya hêzên Îraqê kiriye li Kurdistanê û bi hemû awayekî piştgîriya wan kiriye. Li meydana navdewletî jî Celal Talebanî beşdarî di çendîn kongre û civînên hevpar yên navdewletî kiriye û hevdîtin digel piraniya serkirdeyên siyasî yên navdewletî yên welatên cîhan kiriye. Jibilî kesayetiya wî ya siyasî, xebatkarek hişyar, nivîskar û yasanas bû. Wekî rojnamevanek di rojnameyên nehênî û aşkere de gotar nivîsiye û di sala 1959’ê de wek endamê civata sendîkaya rojnamevanên Îraqê hatiye hilbijartin kû helbestvan Mihemed Mehdî Cewahîrî serokê wê bû. Talebanî jibilî kesekî siyasî û dîplomasî û rojnamevanekî diyar, nivîskarekî navdar jî bû. Bi awayekî bi bandor beşdarî di ronahîxistin li ser hemû tevgerên siyasî yên Îraq û navçeyê û tevgera siyasî ya Kurd de kiriye. Di wê warê de jî çendîn pirtûk di demên cûda cûda de nivîsiye kû pirtûkxaneya Erebî û Kurdî dewlemend kiriye û bûne çavkaniyeka girîng jibo vekolînên di warê dîroka serhildanên siyasi yên Kurd û Êraqê de.

       
Paş azadkirina Îraqê ji bo emdametiya civata hikum hat hilbijartin û di meha Mijdara 2003’ê de serokatiya wê civatê kir û di wê demê de karî hêz û jîriya xwe di warê rêvebirina karûbarên hikum de nîşan bide.
       
Mam Celal roj 06-04-2005’ê bi giştî ji 248 dengan karî 227 dengên endamên komeleya nîştimanî ya Îraqê bi dest bîne û bi hilbijartinekê zindî bû bi yekemîn serokê hilbijartî yê Îraqê. Bi vî awayî Serok Celal Talebanî, navê xwe di dîroka Kurd, Îraq, siyaset û demokrasiya cîhanê de tomar kir.

Serok Celal Talebanî di avakirina Îraq nû û çespandina hizra demokrasî û aştî û bihev re jiyanê de rolekî dîrokî gerandiye û di vê çarçoveyê de peywendiyên berfireh digel welatên cînar û welatên Erebî û Îslamî û rojava û hevpeymanan de çêkiriye.
     
Mam Celal ji sala 2005 heta sala 2014’ê du xulan (dewran) wek serokkomarê Iraqê hatiye hilbijartin.
       
Merok Mam Celal di 17-12-2012’ê de li Bexdadê tûşî nexweşiya mejî bû. Ji bo tedaviyê, wîna birin nexweşxaneyekê li welatê Almanyayê û paş demekê kin bi tenduristiyeke baş vegeriya bajarê Silêmanî.
       
Merok Mam Celal çend carekî ji bo çareseriya bijîşkî serdana Almanya kiribû. Di serdana xwe ya dawîn de roja 03-10-2017’ê li Berlînê koça dawî kir.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket