Roja şehîdbûna Feylî… Hêviya nuhkirî û dilsozî ji qurbaniyan re
Kurdistan 10:41 AM - 2024-04-04Bîrdariya Şehîd Feylî
Her sal di heftiya yekem
a meha Nîsanê de, kurdên Feylî roja şehîdê Feylî bi bîr tînin, di vê salroja bi
êş de hejmarek ji malbatên qurbaniyên kurdên feylî û hejmareke zêde ji
welatiyan û endamên rêxistinên navenda Bexdayê bo Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê li paytexta Bexdayê li ber Bîrdariya Şehîdên Kurd ên Feylî li kolana
Filistînê çalakî lidar dixin û derbarê êş û azarên ku ji aliyê Rêjîma Beis ve
hatine kişandin axivî.
Êşeke ku nayê vegotin
Nîdal Talib Ebdullah ku yek ji malbatên şehîdên Kurdên Feylî ye, got: “Azar û karesata Kurdên Feylî nayê vegotin û bê mînak e, ji ber ku Rêjîm derbasî malên welatiyên sivîl bûn û bi ser wan de girtin law û keçên wan bi darê zorê birin. Dayika min ber bi sînorê Îraq û Îranê ve birin û bi hinceta girêdayîbûna Îranê ew avêtin wir û birayê min di zindana Ebû Xirêb de hatiye bicihkirin û piştre jî hatiye veguhestin bo zîndana “Neqret Selman” û piştî çend salan ew kuştin.
Pêkhateya sereke û girîngin
Kurdên Feylî
beşeke giring û sereke ya civaka Êraqê ne û di dema hilweşandina rêjîma Beisê
de gelek êş û azarên mezin ji bêedaletî û hovîtiya wê rêjîma xwînmij dîtibûn.
Di wê demê de tu Kurdên Feylî nehatin rizgarkirin, di nav wan de kesên ku bi
hinceta bindestiya Îranê çûne Îranê û hinek ji wan hatin girtin û di zindanan
de hatin bicihkirin û hinek ji wan jî rastî jenosîdê hatin û got ku “Kurd bi
giştî û bi taybetî jî Kurdên Feylî ji aliyê rêjîma Beis a hilweşiyayî ve rastî
operasyonên qirkirinê hatin. Bang li hikûmetê kir ku zêdetir girîngiyê bide vê
beşa paşguhkirî û daxwazên xwe ji bo kêmkirina êş û mezinahiya trajediya ku pê
re rû bi rû mane pêk bîne.
Yekîtiya Niştimanî piştgiriya mafên Feyliyan dike
Rêkxerê Encûmena Siyasî ya
Feylî birêz Mahêr El-Faylî di daxuyaniyekê de berî niha ji PUKMEDIA re gotibû:
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê piştevanê doza rewa ya Feylî ye û gelek
serkirdeyên Feylî di nav rêzên wê de hebûn.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê bawerî bi mafên rewa yên Kurdên Feylî û çareserkirina pirsgirêkên
wan heye û serokê rihmetî Mam Celal gelek xebat kir û bi hemû hêza xwe bergirî
li doza rewa ya Kurdên Feylî kir.
Herweha diyar kir: Serk Mam
Celal di sala 2012’an de biryara Komarî ya jimare 6 derbarê doza Kurdên Feylî
weke tawanên jînosaydê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji dema rûxandina rêjîma
Beisê ya hilweşiyayî de derxist. ji Kurdên Feylî re bûye û hîn jî heye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
YNK'ê: Di pêşwazîkirina cotkarên genim de em cudakariyê qebûl nakin
07:36 PM - 2024-04-29 -
Xwendekarên Êraq û Herêmê ji bo xwendinê dişînin derve
01:07 PM - 2024-04-29 -
Serok Komar tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê dike
12:22 PM - 2024-04-28 -
Emê zêdetir hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin
05:33 PM - 2024-04-27
zêdetir tamaşe bike
Şerê qanûnî ji bo vegerandina milkên Kerkûkê tê kirin
11:54 AM - 2024-04-30
Parlamenterekî YNKê ji bo qerebûkirina Helebceyê 85 îmze kom dike
07:11 PM - 2024-04-29
Çar balyozên nû yên Iraqê dest bi kar bûn
05:45 PM - 2024-04-29
Kampaniya Dana Gazê rawestandina demkî ya hilberînê li kêlgeha Kormorê radigihîne
09:44 AM - 2024-04-29
zortrin xwendraw
-
Çar balyozên nû yên Iraqê dest bi kar bûn
Êraq 05:45 PM - 2024-04-29 -
YNK'ê: Di pêşwazîkirina cotkarên genim de em cudakariyê qebûl nakin
Kurdistan 07:36 PM - 2024-04-29 -
Parlamenterekî YNKê ji bo qerebûkirina Helebceyê 85 îmze kom dike
Kurdistan 07:11 PM - 2024-04-29 -
Şerê qanûnî ji bo vegerandina milkên Kerkûkê tê kirin
Kurdistan 11:54 AM - 2024-04-30 -
Mekteba Siyasî YNKê dicive
Kurdistan 04:28 PM - 2024-04-30