Qubad Talebanî: Yekîtî dixwaze hilbijartinên zelal û paqij bên lidarxistin

Kurdistan 12:08 PM - 2024-03-31
Serpereştiyarê Ofîsa Sekretariya Mam Celal Qubad Talebanî li encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Ragihandina Qubad Talebanî

Serpereştiyarê Ofîsa Sekretariya Mam Celal Qubad Talebanî li encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

Qubad Talebanî

Serpereştiyarê Ofîsa Sekretariya Mam Celal, Qubad Talebanî serdana avahiya Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kir û li gel berpirsê Encumenê Şêx Cefer Şêx Mistefa civiya.

Di hevdîtinê de Qubad Talebanî li gel Şêx Cefer Şêx Mistefa rewşa navxwe ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û guhertinên ku li gor biryarên Kongireya Pêncemîn di nava rêzên Yekîtî de rû dane gotûbêj kir.

Herweha behsa hilbijartinên dahatî yên Parlamentoya Kurdistanê jî hat kirin û di vê derbarê de Qubad Talebanî got: Yekîtiya Niştimanî hemû amadekariyên xwe ji bo hilbijartinan kiriye û tekez jî li ser wê yekê kir ku Yekîtî dixwaze hilbijartinên dadperwerane  bi awayekî şefaf û zelal birêve biçe ku li ser astê daxwaz û pesindana welatiyan û aliyên çavdêriya navxweyî û navdewletî be.

Berpirsê Sekretariya Serok Mam Celal tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste hemû aliyên siyasî hestiyariya qonaxê û giringiya lidarxistina hilbijartinan berçav bigrin, ji ber ku zêdetir paşxistina wan hilbijartinan ziyanê digihîne Herêma Kurdistanê.
Di beşeke din ya civînê de behsa dosyaya mûçe hat kirin û her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku hemû hewlên xwe bo çareser kirina vê kêşeyê bi awayekî tund li gel hikûmeta federalî bidin.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket