Çend post ji bo Yekîtiya Niştimanî li parêzgeha Selahedîn

Kurdistan 05:23 PM - 2024-03-24
Selah Dîn PUKMEDIA

Selah Dîn

Selahe Dîn

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi wan postên ku li parêzgeha Selahedîn ji mafê hilbijartinan werdigire, dixwaze xizmeta welatiyan bike û berpirsê Navenda Rêxistina Hemrîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî dibêje: Ev post dê ji aliyê kesên şareza û jêhatî ve bên dagirtin.

Destkeftên Yekîtiya Niştimanî ji postan
Berpirsê Navenda Rêxistina Hemrîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kerîm Mela Şikur di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re derbarê pêkanîna hikûmeta xwecihî ya parêzgeha Selahedînê piştî hilbijartina parêzgarê got: Yekitiya niştimanî dê çend postan ji mafê xwe yê hilbijartinan li parêzgeha Selahedîn werbigire û ev yek piştî çend civîn û gotûbêjan ligel aliyên serketî di hilbijartinên encumenên parêzgehan û hilbijartina parêzgar de.

Got jî: Li gel birêz Bedir Mehmûd Fehil parêzgarê nû li hev kirin, ku Yekêtîya Niştîmanî ya Kurdistanê postê rêveberê giştî bo veberhênanê, alîkarê parêzgar, du rawêjkar û hijmareka rêveberên îdareya perwerde û tenduristiyê û şaredariyan werbigre.

Hilbijartina kesên jêhatî ji bo postan

Encûmena Parêzgeha Selahedîn ji 15 endaman pêk tê û tenê endamekî kurd têde ye ew jî nûnertiya Yekîtiya Niştimanî ye.

Berpirsê Navenda Hemrînê ya Yekîtiya Niştimanî yedibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dê kesên jêhatî û şareza yên di nava parêzgehê de ji bo dagirtina wan postan hilbijêre û xizmetkirina welatiyan bi hemû pêkhateyên xwe ve yek ji karên wan ên pêşîn e.
Roja Yekşemê 17.3.2024, Encûmena Parêzgeha Selahedîn namzedê Partiya Cemewer a Niştimanî Bedir El Fehil bo posta parêzgar hilbijart û di civîna encûmena parêzgehê de El Fehil (13) deng bi dest xist ji bo hilbijartina parêzger.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket