YNK’ê sersaxî ji hikûmet û gelê Rûsyayê re dixwaze

Kurdistan 03:13 PM - 2024-03-23
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA

Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

YNK

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) êrîşa terorîstî ya li Moskowayê şermezar kir  û got:“Em li dijî her cure tundûtûjiyê ne û sersaxiyê ji hikûmeta Rûsyayê, gel û malbatên qurbaniyan re dixwazin.’’

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre dibêje: "Em bi tundî êrîşa terorîstî ya li Moskowayê şermezar dikin, ku tê de hejmarek welatiyên sivîl hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn. Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li dijî her cure tundûtûjiyek li dijî sivîlan e  li her cihekî be."

Berdevk got: "Em bi navê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) sersaxiyê ji hikûmeta Rûsyayê, gel û malbatên qurbaniyan re dixwazin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket