Berdevkê ekîba PDK'ê ya di hikûmetê de têkçûnan bi heqaretan vedişêre
Kurdistan 01:13 PM - 2024-03-23Doza girtiyên Badînan, lehî, şewat, daxwaza mûçe
Bertekên li ser helwesta berdevkê tîma PDKê Pêşewa Hawramî di hikûmetê de derbarê rûreşkirin û heqareta hember Dadgeha Federalî ya ku di sala 2005an de Kurd û pêkhateyên din ên Iraqê bi awayekî aktîf beşdarî damezrandina wê bûn û biryarên wê hîn jî destûrî û dawî ne.
Semîr Hewramî: Di kabîneya nehê de berdevkê hikûmetê tunebû
Berdevkê Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Semîr Hewramî di daxuyaniyekê de ragihand: Kesekî bi navê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê biryarên Dadgeha Federalî û mafên karmendên Kurdistanê de daxuyanî da. Ji ber wê em dixwazin bi 2 xalan bersiva wê yekê bidin.
Yekem, di kabîneya nehê de ti berdevkekî me nebû, helwêstên wî siyaset û nêrîna tîma wezîran a YNKê diyar dike, lê ew kesê ku li ser navê berdevkê hikûmetê diaxive, tenê xwe û tîma wezîran ya xwe dide xuyakirin û gotinên wê ti pêwendî bi yekîtî nake.
Duyem, li şûna daxuyanî û tohmetbaran, baştir bû ku em hemû hewla çareserkirina kêşeyan û dabînkirina mafên kermendan bidin û destkeftên wê bêyî bawerî û piştevaniya gelê Kurd û tenê bi dirûşmeyan nayê parastin.
Yekgirtûya Îslamî bo Hewramî :Şikandin bi gotinên xerab nayê veşartin
Endamekî Civata Rêveber a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê got: “Ewên ku berevaniyê li debara jiyana welatiyan û mûçeyên welatiyan dikin, dilsozên welat in û yê din bi gotinan nikarin têkçûna xwe veşêrin.”
Endamê Civata Rêveber a Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Mistefa Ebdullah jî diyar kir ku yên ku behsa debara jiyana welatiyan û mûçeyê welatiyan dikin ne xayîn in, lê dilsozê welat in û wiha got: “Mala we ji şûşe be kevir mevêje mala xelq.’’
Ji berdevkê YNK’ê re wiha got: “Hûn nikarin bi van gotinên xerab şikestinên xwe veşêrin.
Cîgirê Wezîrê Dadê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şîlan Arif , daxuyaniya berdevkê hikûmetê ya derbarê Dadgeha Federalî ya Iraqê nedestûrî şermezar kir û tekez kir, ku dadgeh di asta navdewletî de hatiye naskirin û bêrêzîkirin beramber wê bi hemû Iraqiyan re bêrêz e.
Cîgirê Wezîrê Dadê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê êrîş û binpêkirinên li dijî Dadgeha Federalî ya Iraqê de got, Dadgeha Bilind a Federalî dadgeheke destûrî û bilindtirîn desthilata dadwerî ya welat e û biryarên wê dadgeha federalî ne cihê îtirazê ye û divê were cîbicîkirin .’’
Di daxuyaniyê de hat gotin, "îftirakirin bi her du awayên dîtbarî û dengî, ji aliyê Dadgeha Federalî ya Iraqê ve, li gor madeya (433) ya yasaya cezayên Iraqê ya hejmar (111) ya sala 1969ê, wek tawan tê dîtin û cezayên taybet bi wan tê birîn."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Komîsyonê ji %90ê amadekariyên hilbijartinan temam kirine
12:02 PM - 2024-05-04 -
Qubad Talebanî: Mirina çend endamên komeke çiyageran em hemû xemgîn kir
10:53 PM - 2024-05-03 -
Asayîşê dest danî ser kargeheke çêkirina madeyên hişber
06:08 PM - 2024-05-02 -
Rêveberiya Dijî Terorê girtina terorîstekî DAIŞê radigihîne
11:14 AM - 2024-05-02
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil diçe Amerîka
05:42 PM - 2024-05-04
Talebanî ji Amerîkayê re: Paşxistina hilbijartinan zirarê dide Kurdistanê
04:23 PM - 2024-05-04
Serok Bafil û Helbûsî: Parastina jiyana xelkê û aramkirina welat
06:55 PM - 2024-05-03
Serok BafIl û Sûdanî: Divê qanûn bibin bingeh derbaskirina kêşeyan
04:04 PM - 2024-05-03
zortrin xwendraw
-
Kurdistan û Pêwîstiya Hilbijartinê
Nêrîn 05:27 PM - 2024-05-04 -
Komîsyonê ji %90ê amadekariyên hilbijartinan temam kirine
Kurdistan 12:02 PM - 2024-05-04 -
Serok Bafil diçe Amerîka
Kurdistan 05:42 PM - 2024-05-04 -
Talebanî ji Amerîkayê re: Paşxistina hilbijartinan zirarê dide Kurdistanê
Kurdistan 04:23 PM - 2024-05-04 -
Şandeke YNKê li Dubey girêbestên çandinî û veberhênanê îmze dike
Kurdistan 08:32 PM - 2024-05-04